Yekgirtû: Emê tevlî rûniştina sibe ya parlamentoyê bibin

46

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Berdevkê Yekgirtûya Îslamî Hadî Elî di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ger sibe parlamentoya Herêma Kurdistanê bê vekirin, weke Yekgirtû wê tevlî rûniştina parlamentoyê bibin û got ku ew hêvî dikin Komele û Goran jî tevlî rûniştina parlamentoyê bibin.

 

Hadî Elî wiha jî got; “Em her ji destpêkê ve li gel aktîfkirina parlamentoyê ne. Ger sibe jî parlamento bê vekirin, koma me wê tevlî rûniştina parlamentoyê bibe. Dibe îro PDK û YNK cardin biçin Silêmanî, li gel Goran û Komel cardin kom bibin û biryara wan a dawî bigirin.”

 

(rn)