YNK û PDK li gel Yekgirtûya Îslamî civiyan

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ev civîn di çarçoveya civînên YNK û PDK’ê yên li gel aliyên siyasî bi armanca aktîfkirina parlamento û proseya referandûmê de ye.

 

Şanda YNK’ê ya tevlî civînê bûyî ji Berpirsê Desteya Rêveber a Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre, endamên Polîtburoya YNK’ê Şoreş Îsmaîl û Rizgar Elî  û endamê rêveberiya YNK’ê Bêgerd Talebanî pêk tê.

 

Şanda PDK’ê jî ji Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî û endamê Potîburoya PDK’ê Azad Berwarî û Roj Nûrî Şawês pêk tê. Her wiha şanda YNK û PDK’ê ji aliye Emîrê Yekgirtû Selahadîn Behadîn û çend berpirsên din ên Yekgirtû ve hat pêşwazîkirin.

 

Hêjay gotinê ye ku piştî civîna navbera PDK, YNK li gel Tevgera Goran bi dawî bû, Mele Bextiyar di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku di civînê de nêrînên wan hevbeş bûne û tenê çend xalên teknîkî mane. Ev jî ji bo civînên rojên pêş piştî Goran guftûgo li ser encama civîna kir û biryar li ser da.

 

(rn)