Zanîngeha Sorbon şunewarên dîrokî yên Çemçemal lêkolîn dike

66

 

 

 

Bi armanca lêkolînkirina şunewarên navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmanî, şandekî Zanîngeha Sorbon ya Fransî bi serpereştiya professor Rîchs Falet, serdana Qeymeqamtiya Çemçemalê kir. Biryare şanda Zanîngehê bigihe Çemçemal û dest bi lêkolînan bikin.

 

Têkildarî mijarê Rêveberê Şunewarên Silêmanî Kemal Reşîd wiha ji ajansa me re axivî: “Armanca hatina wê şandeyê lêkolîn kirina du cihên dîrokî yên kelha Şoreş û Logirdêne ya bajarokê Şoreşin. Dîroka Kelha Şoreş heya 5-6 hezar sal berî niha û kelha Logirdêne jî çar hezar sal berî diçe.

 

 

Her wiha  Kemal Reşîd got: “Biryare heftiya pêş me de   ekîbekî  zanîngehê  ku ji 22 kesên pispor pêktê, ji Fransa werin Herêma Kurdistanê. Ev du sale ji bo lêkolînê em hewl didin vê ekîbê bînîn Herêma Kurdistanê.”

 

 

Li ser gotina berî niha bi nivîsek fermî Qeymeqamê Çemçemal daxwaza vekirina navendekî şunewarî li navçeyê kiribû jî Kemal Reşîd ev gotin kir: “Wê navend li Çemçemal were vekirin. Ji ber ku navçe di hêla şunewaran de dewlemende. Ji ber wê vekirina navendekê, erkê ser milê me siviktir dike.”

 

Gelek cihên dîrokî li navçeya Çemçemal hene. Di nav wan de şunewarên gundê Çermo ku yekem car di dîrokî de çandinî lê hatiye kirin, hatiye dîtin. Di salên buhrî de gelek car karên lêgerînê li wê cihê dîrokî kirin.

 

 

 

 

 

 

 

(rn)