Agir girte daristanên Kirmaşan

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Welatiyên derdora vê herêmê diyar dikin ku dibe hêzên pasdarên Îranê bi zanabûn agir berdabe vê herêmê, ji bo bi bikarin bi temamî bêxin bin kontrola xwe de.

 

Her duh beşek ji welatiyên sivîl hewldan xwe bigehînin cihê şewatê û pêşî li mezinbûna şewatê bigirin. Belê hêzên pasdarên Îranê destur nedan.

 

Rêveberiya parêzgeha Kirmaşan jî sedema şewatê germa zêde nîşan da. Lê ev herêm bi temamî ji aliyê pasdarên Îranê ve ji bo çûnhatinê hatiye qedexekirin û bê navber li vir çalakiyên leşkeri pêktînin.

 

(rn)