Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran îro jî dicive

47

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di civîna îro de jî li ser mijara aktîfkirina parlamentoyê û ji bo bersivdana YNK û PDK’ê dê tevlî aktîfkirina parlamentoyê bibin an ne, mijara referandûmê û yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê dê bên guftûgo kirin.

 

Piştî pêşkêşkirina îmzeyên yasayî ya parlamenteran, ji dervey parlamenterên Komeleya Îslamî û Tevgera Goran, biryar bû îro parlamentoya Herêma Kurdistanê bê aktîfkirin û rûniştina xwe ya yekem lidar bixwe. Belê rûniştina parlamentoyê ji bo sibe saet 19:00’ê hat taloqkirin. Ev jî bi hinceta ku divê 48 saet di ser dema agahdarkirina parlamentoyê re derbas bibe ye.

 

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 12’ê Cotmeha 2015’ê ve li ser biryara PDK’ê hatiye rawestandin. Piştî biryara referandûmê ya di 25’ê Îlonê de, ji meha buhrî ve PDK û YNK biryara aktîfkirina parlamentoyê didin. Belê hîna parlamento nehatiye vekirin.

 

Di 10’ê Îlonê de carek din YNK û PDK civiyan û biryara aktîfkirina parlamentoyê dan. Di heman rojê de Lijneya Bilind a Referandûmê bi daxuyaniyek nivîskî ya fermî ragihand ku wê 14’ê Îlonê yanî îro parlamento bê vekirin. Belê duh êvarê carek din ev biryar hat taloqkirin.

 

Heya niha jî Tevgera Goran û Komeleya Îslamî biryar nedane ka wê tevlî aktîfkirina parlamentoyê û rûniştina parlamentoyê bibin yan ne.

 

(rn)