Gelê gundê Dihola meclisa xwe ava kir

50

 

 

ARGEŞ ŞENGALÎ-SALIM EMO/ ŞENGAL

 

Di salona konferansê de alên YBŞ, YJŞ, MXDŞ, PADÊ, Asayişa Êzidxanê, TAJÊ û wêneyên şehîdên berxwedana Şengalê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

 

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliye Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico ve hat kirin û bal kişande ser giringiya rola meclisê ya dinava civakê de.

 

Piştî axeftina destpêkê hate kirin peyamên saziyan hatin xwendin.

 

Li ser navê PADÊ, Serok PADÊ Qehtan Elî axivî û wiha got; “Partiyên siyasî li gor xwe kes dikirin serok, berdevek û rêveberên meclisên pêştir ên li herêmê. Lê niha her kesek bi îradeya xwe tevlî meclisan dibe û li gor wê jî tev digere.”

 

Her wiha Cigirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Qehtan Xelîl jî ku axivî, got; “Di destpêkê de li ser navê MXDŞ’ê em şehîdên 73 fermanan bibîr tinin. Bejna xwe li ber wan ditewînin. Ger ne bi saya şehîdan be, em nikarin ti tiştek bidest bixin. Bi saya wan şehîdan em gihan van rojan. Em hêvî dikin ku ev meclis bibe meclisa yekîtî û tifaqa gelê Êzidî.”

 

 

Her wiha Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) peyama pîroz bahiyê ji bo meclisê şandin û peyam ji aliye Rîham Hico ve hate xwendin û wiha hat ragihandin; “Em wek TAJÊ avakirina vê meclise li tevahiya gelê me yê Dihola pîroz dikin û em bi hêvîne ku ev meclis bikeve xizmeta gele me yê Êzidî teva de.”

 

Piştre ji 80’ê delegeyan 40 cihê xwe dinava meclis û komîteyên meclisê de girtin. Meclis ji 10 komîteyan pêk tê û navê wan evin: Komîteya Rêxistinkirinê, Ol û Baweriyan, Maf û Edaletê, Çand û Hunerê, Xizmetgûzarî, YBŞ û Asayîş, Tevgera Êzidiyan, Jin û Komîta Ciwanan.

 

Di dawiya konferansê de bi hilbijartinê Emşê Simo û Salih Êzdîn ji bo Hevserokatiya Meclisa gundê Diholan hatin hilbijartin.

 

Hevserokê Meclisa Dihola Salih Êzdîn ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Îro bi saya gelê gundê Dihola me meclisa xwe ava kir. Meclisa me ji 50 endaman pêk tê û ev endamane jî dinava 10 komîteyan de cih digirin.”

 

 

Salih Êzdîn di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Emê li gor hemû derfet û îmkanan ji bo gelê xwe xizmet bikin. Kar bikin. Îro roja kar û xebatê ye ji bo gelê me.

 

(rn)