Li Şengalê Ferhad Qiranî hat bîranîn

40

 

 

HADÎ ELIYAS -MEHABAD SEYD/ŞENGAL

 

Duh li bajarokê Xanesorê yê Şengalê ji bo şervanê YBŞ’ê Ferhad Qiranî ku pêş salekê li Şengalê Şehîd bû, merasîmek a bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de malbata Ferhad Qiranî, hevalên wî û bi dehan gelê Şengalê amade bûn.

 

Merasim bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê malbatê bavê Ferhad, Xidir Hemo ku axivî, wiha got; “Em bi kurê xwe serbilindin. Ew şehîdê tevahî Êzidxanê ye. Her kesê ji bo şeref û namûsa xwe şer bike û şehîd bikeve, ew jî keç û kurê me ne. Her wiha em zarokên xwe yên ku çend salin li ber xwe didin silav dikin. Em bi wan serbilindin ku heya niha li hember dijmin serî netewandine.”

 

Piştre yek ji hevalên Ferhad Qiranî, Dilovan Tolhildan ku axivî, got; “Em 6 mehan bi hev re man. Hevaltiya Ferhad pir cûda bû. Hevalek pir jêhatî û timî bi hevalên xwe re alîkar bû. Timî dixwest hevalên wî serkeftî bin.”

 

Her wiha birayê Ferhad, Xemgîn Qiranî jî ku axivî, wiha got; “Em bi şahadeta birayê xwe serbilindin. Ew di rêyek pîroz de giha şehadetê. Timî digot emê cardin rê nedin dijmin bikeve ser xaka me û heya dawî ji bo gelê xwe têkoşîn bikin. Em jî cardin soza xwe ji wan re dubare dikin û dibêjin heya dawiyê emê li ser rêya wan bimeşin û têkoşîn bikin.”

 

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Ferhat Qiranî hatî amadekirin, hat temaşekirin.

 

 

 

 

(rn)