‘Parlamento ne bi yasayî hat paşxistin, niha ji karên ne yasayî dikin’

47

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Biryare sibe parlamentoya Herêma Kurdistanê were aktîf kirin. Lê aliyên siyasî li ser aktîf kirina parlamentoyê xwedî fikir û helwestên cûda hene.

 

 Têkildarî mijara aktîfkirina parlamentoyê Parlamenterê Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn wiha ji ajansa me re axivî: “Plana aktîfkirina parlamentoyê ne li gorî destûra navxweyî ya parlamentoyê ye. Ji ber ku li gorî destûra navxweyî ya parlamentoyê, divê desteya serokatiyê plana kar dane û parlamenteran vexwîne. Lê ya niha tê kirin, îmzeya kesekê li sere û kar dikin.”

 

Her wiha Şêrko Heme Emîn  got: “Divê herî kêm du îmze li ser hebe, ev yek îmze li ser e. Her wiha ne bi yasayî parlamento hatiye paşxistin. Niha jî kar ne bi yasayî tê kirin.”

 

Hêjayî gotinêye ku îro Serokê Koma YNK’ê Bêgerd Talebanî  ji ajansa me re got: “Eger Goran û serokatiya parlamentoyê tevlî aktîfkirina parlamentoyê nebin, emê her tevlî bibin. ji ber ku em bi xwe yek ji wan aliyanin ku ji bo aktîf kirina parlamentoyê me kar kiriye.”

 

(rn)