‘Regezperestî wek sedema xwe kuştina jinan tê dîtin’

41

 

MIHEMED HESEN/ RAPERÎN

 

Her diçe rêxistinên jinan zêde dibin û ji bo nehiştina şideta ser jinan jî gelek çalakiyan dikin. Lê her diçe bîlançoya dosyeyên şideta malbatan di dadgeh û navendên lêkolînan de zêde dibin.

 

Têkildarî mijarê Karmenda Rêveberiya li dijî şideta ser jinan li Herêma Raperîn Nîna Mihemed wiha ji ajansa me re axivî: “Mixabin ev demeke ku rêjeya dosya kuştin û xwe kuştinê zêde bûye. Diyardeya şidetê cîhaniye, ne tenê girêdayî herêmekê ye. Di heman demê di navbera herêman de rêjeya wê jî cûdaye.”

 

 

Her wiha Karmenda Navenda Şêwirmendî ya Aştewayî ya Malbatan li Navenda dijî şideta ser jinê ya Raperîn Nîgar Mihemed jî got: “Ew dosyeyên di çarçoveya şideta nav malbatî de digihin ber destê me, zêdetir di navbera bav û keç, mam û biraza, jin û mêr dene. Her wiha di çarçoveya navenda şêwirmendî de karên wan tên çareser kirin.”

 

Nîgar Mihemed balkişand ser sedemên zêdebûna şidetê û wiha domand: “Rewşa aborî bandor liser têkçûna malbatê dike û dibe sedemê şidetê. Her wiha regezperestiya dayîk û bavan ya pîroz kirina  regeza zarokên kur û keç dibe sedema xwe kuştinê.”

 

 

Di dawî de li ser karê rêxistinan jî Nîgar Mihemed ev gotin kir: “Hinek rêxistin di şiyar kirina jinan de bi bandorin. Lê hinek rêxistin tenê bi reklam kirina xwe ve mijul dibin. Pêwîste rêxistin bi rêya semîner û çalakiyan jinan li hember erk û mafê wan şiyar bikin. Her wiha pêwîste bi rêya peyamên olî jî zilam were şiyar kirin ku zilam mezin û pîroz nekin û jinan jî bê hêz û biçûk nedin nasandin.”

 

Li gorî bîlançoya Desteya Serbixwe ya Mafê mirov tenê di meha Tebaxê de  5 bûyerên xwe xeniqandina jinan, 5 bûyerên kuştin, bûyerek xwe kuştin û dû bûyerên birîndar kirina jinan li Başûrê Kurdistanê rûdaye.

 

(rn)