Xalib Mihemed: Şîrketên Kar û Qeywan sedema giranbûna benzînê ne

50

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel Serokê Lijneya Wije û Jêderên Xwezayî li Encûmeniya parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed wiha ye:

 

‘Destê Wezareta Jêderên Xwezayî di giranbûna benzînê de heye’

 

“Benzîna Herêma Kurdistanê û parêzgeha Silêmaniyê ji kûderê tê hilberîn û sedema giranbûna benzînê çiye?

 

Pêş şerê DAIŞ’ê ji bo me benzin ji refîngeha Bêcî dihat. Belê piştî şerê DAIŞ’ê her çû ev benzin nema. Ewa dihat hikûmeta Herêma Kurdistanê li refîngehek a Kelek û Baziyan dişand. Yan jî ji derve dikirî û ji bo me dişand. Piştî demek kurt hikûmetê dest danî ser hemûyan. Pirsgirêka vê hikûmetê ewe ku heya pere hebin desthilatê ji destê xwe bernade. Dema pere nema desthilatê didin rêveberiyên xwecihî. Em li gel parlamentoyê rûniştin û nûnerê Aştî Hewramî jî amade bû. Me daxwaz kir ku desthilata hilberîna sotemenî bidin rêveberiyên xwecihî. Ji bo giranbûn têde çênebe. Di encamê de hat dayîna rêveberiyên xwecihî û me ji bo şîrketan dergeh vekir ku li gor destûran benzin bînin. Şert ew bûn ku anîna benzînê li gor standarta Kurdistan û Iraqê be. Şîrketan xwedî depoyên benzînê bin, navê xwe nivîsandinbin û baca xwe dabin.

Niha 16-18 şîrket benzînê ji bo Herêma Kurdistanê tînin. Ji ber wê me karî nirxê benzînê erzan bikin. Niha nîvê benzîna Herêma Kurdistanê ji navxweyî tê hilberîn. Nîvê din ji derve tê, ku niha benzin giran bûye, sedema wê şîrketên Kar û Qeywanin. Ji ber ku herdû navendên hilberîna benzînê ya Kelek û Bazyan di destê wan de ne û li gor dilê xwe nirx jê re dadinin. Pêş mehekê lîtreya benzînê bi 540 dînar dihat firotin. Niha her lîtrek bi 630 dînar tê firotin. Nîva din jî ya ji derve tê, ew jî giran bûye ji ber peywendî bi hev re heye. Yanî giranbûna benzînê peywendî bi şîrketa Qeywan, Kar û Wezareta Jêderên Xwezayî  heye û destê hersêyan di giranbûna benzînê de heye.

 

‘Li herêmê hemû siyasetmedar bazirganin’

 

Ev giranbûna benzînê ji bo dewlemend kirina xwe ye, yan jî zêdekirina dahata hikûmetê ye? Ji ber ku pêştir Wezîrê Jêderên Xwezayî digot ku wan ji bo mûçe bidin benzin giran kiriye. Hun ser vê çi dibêjin?

 

Dizanî dema siyasetmedar bû bazirgan, dest ji siyasetê berdide û siyasetê dixwe xizmeta berjewendiyên xwe de. Li vê herêmê kîjan siyasetmedar binêrî, bazirgane. Niha dema temaşe dikî Nêçîrvan Barzanî bazirgane û Şîrketa Kar a wî ye. Ev jî tê wateya ku Nêçîrvan Barzanî li cihê zextê li ser Şîrketa Kar ku li Kelek benzin hildiberîne, erzan bike, radibe refîngehek bi şêweyekî ne yasayî li ser navê xwe qeyd dike. Refîngeha Kelek refîngehek hikûmetê bû. Belê Nêçîrvan Barzanî û Qubat Talebanî herdû pêşî li herdû refîngehên Kelek ku Hikûmeta Iraqê çêkiriye girtin. Nehiştin temam bibin û wisan hiştin. Ew jî dane şîrketên Kar û Qeywan. Herdûyan têde 300 milyon dolar xerc kir. Niha jî bûye tapûya wan. Ev jî diyar dike dema siyasetmedar bû bazirgan, çewan berjewendiyên xwe datine pêş ên welat. Mîna vê jî 28 milyar dolar deynê heyî ye. 2 hizbên me hene bi du şîrketan xwedî 200 milyar dolarin. Ev jî tê wateya ku ev ji bo xwe û hizba xwe kar dikin, ne ji bo hikûmetê.

 

Ew şîrketên ku ji derve benzînê tînin, hizib û siyasetmedarên wan ne li piştin. Ji ber weke we jî diyar kir, ew mercên we hene çima ji bo şîrketek asayî nayê peydakirin, an bi destxistin?

 

Dema welatiyek erebanek dadine nav bazarê, 50 polîs û asayiş diçine ser serî. Belê kesek diçe refînek ne yasayî vedike, kes nikare biçe ser serî. Ji ber ku gel piştî wan tê. Asayiş ji bo parastina xelke. Şevek min destur nedida benzîna xerab bê herê. Asayiş hatiye ji min re gotine, emê te bişkênin. Mînakek din; cûrek petrola reş a cûrê GR heye. Ev petrole ji refîneyên Iraqê tê Herêma Kurdistanê û ji vir diçe Îranê. Ji bo her tangekê vê petrola reş ji aliye Şîrketa Mînkas ve posolaya 100 dolarî jê re tê çêkirin. Ger ev posola li gel wan nebe asayiş dest dadine ser petrola wan. Belê asayiş nabêje ev 300 hezar dolarê her meh ev şirkete werdigire kûde diçe? Bi navê kirêya rêyê tê wergirtin, çima ji bo rêya Kelar nayê xerckirin. Ji ber tanger di vir re diçin. Bêguman berpirsek YNK’ê li pişt vê şîrketê ye. Çima asayiş pêşî lê nagire?

 

‘Me 42 tangên benzînê girtin, Qubad Talebanî ji rêveberê gomirkê re got berdin’

 

Ew tangerên ku dibêjin benzîna nebaşin tên ji bo herêmê kî tîne û xerabiya wan çi ye?

 

Beşek ji rêveberiya petrol û jêderên xwezayî yên Silêmaniyê, beşek ji Wezareta Jêderên Xwezayî û beşek ji asayîşa herêma Silêmanî destê wan di vê mijarê de heye. Ji bo mînak min 28 tankerên benzînê girtin ji ber quwalîta nebaş bû. Lê pêştir rêveberiya petrol û jêderên xwezayî ya Silêmaniyê ji bo wan belge çêkiribû ku quwalîta beşe. Ji ber ew rêgirtina em jê rê çêdikin, asayiş dibêje hemû kes dikare biçe nuqteyên sînor, ji dervey Xalib Mihemed. Ji ber ez diçim gendeliyên wan eşkere dikim. Weke mînak ew 28 tankerên ku wan gotin ti pirsgirêka wan nîne, min fehis (teşhis) kir. Destê rêveberiya petrol û jêderan a Silêmaniyê li pişt hebû. Ger ku asayiş pêşî li min digire, ev jî destê YNK’ê têde heye.

 

Me 42 tanger girt ku têde madeyê benzînê 14 hebû. Her ji ber bêhna wê penceşêr mirov digire. Qubad Talebanî bi telefonê ji Hawzîn ê rêveberê gomirka Silêmaniyê got berde bila biçin Îranê. Ev jî belgeya wê ye ku destê kesên mezin têde heye.

 

Di nava 3 mehan de me 563 tankerên benzînê girtin. Ev jî tê wateya ku me nehiştiye 14 milyon litre benzîna xerab bête nav bajarê Silêmaniyê. Ger her wesayitekê ji vê benzînê 100 lître ber biketa, ev jî tê wê wateyê ku hezar û 363 wesayit ji şewitînê hatine parastin. Di nava 3 hefteyan de 126 tanger me vegerandin Îranê. Rêveberiya petrol û jêderan a Silêmaniyê û asayişê dixwestin vegerînin. Her wiha 16 tanker hatin eşkerekirin ku bûne sedema şewitîna ew hemû fîlpempeyên di cejnê de me dîtin. Her wiha ez dixwazim destxweşiya rêveberiya Gombirka Başmax bikim ku pir alîkariya me dikin.

 

‘Ji bo 100 dolar qezenca xwe ne pirsgirêke mala çend kesê xerab bikin’

 

Gelo çima benzîna xerab tê? Benzîna Îranê başe. Yan bazirgan bi xwe daxwaza benzîna xerab dikin?

 

Belê em 11 cûr ji bo benzînê dikin. Her cûrek ji van hejmara xwe li gor nirxê wê tê guhertin. RGP jêr 500 dolaran be, tenê ew bi 400 dolaran dikirîn. Yanî ji bo 100 dolar zêdetir qezenca xwe bikin, ji bo wan pirsgirêk nîne mala çend kesan xerab bikin. Li cihê em wan ceza bikin, ew dixwazin me ceza bikin û bavêjin zîndanê de.

 

‘Ji ber em gaza xwe ji hilberîna ceyrana Mûsilê re bikar tînin, giran bûye’

 

Gelo ev sedemên ji bo giranbûna gazê tên nişandan rastin, yan sedemek din heye?

 

Sedema giranbûna gazê şîrketa Kar û Qeywane. Ji ber lihevkirin kirine ku 700 megawatt ceyranê bi gazê hilberînin. Beşek ji navenda ceyrana Bazya û Mihemed Îsmaîl li Hewlêr vê ceyranê bi gaza me hildiberînin. Beşek ji ceyrana herêmê diçe Mûsil û Tikrîdê. Ev jî tê wateya ku navenda ceyrana Baziyan ku ya şîrketa Qeywane ti sûdek ji bo me nîne. Ev jî bûye sedem ku gaz li ser welatiyan giran bibe. Ji ber ji navendên hilberîna ceyranê re bi kar tînin. Ji ber giranbûna gazê nirxê ceyranê li ser welatiyan girantir bûye. Li gor min a baş ewe ku van navendan bibin li Tikrîd û Mûsil danin, ji ber ti sûdek ê me têde nîne.

 

‘Ew dewleta Kurdî ku jêderên wê ji bo Mûsil û Tirkiyê be, çi dewlete?’

 

Gelo çima li Herêma Kurdistanê bi xwe pirsgirêka ceyranê heye, ew diçin ceyranê didin Mûsil û Tikrîdê?

Raste ji ceyrana me 700 megawatt didin Mûsilê. Gaza spî, benzin û gazê didin Mûsil. Ti sûdek wê ji bo me nîne. Dema li gel daxivin jî qala dewleta Kurdî dikin. Başe dewleta Kurdî ku jêder û dehata wê ne ji bo me be, ji bo Mûsil û Tirkiyê be, ev çi dewlete? Berdevkê Tirkiyê 2016’ê got ku ji sedê 50 jêdera wan ji Herêma Kurdistanê diçe. Ev jî tê wateya ku em bûne jêdera hilberîna ji bo Tirkiyê. Ger ji bo welatiyên me bi xwe petrol nebe, ev yek li welatên herî paşketî jî nîne. Em dixwazin binerin ka li ser dizayîna çi ev biradere dixwaze ji bo me dewlet çêbike.

 

‘PDK naxwaze ev herêm xwedî refîngeh be’

 

Pêş azadbûna Mûsilê jî her weke dihat xwestin gaz, benzin û petrol weke dihat xwestin nebû. Çima berhemên refîneyên navxweyî têra Herêma Kurdistanê nakin?

 

Ev sê salin min gelek caran bi nivîs ji Wezareta Jêderên Xwezayî û Desteya Wezîran, Lijneya Bilind a Petrolê û Gazê ku Qubat Talebanî û Nêçîrvan Barzanî serok û cigirin, xwestiye li Germiyan refîngehek çêbikin. Ji ber ku 30 hezar varêl petrol li vir tê hilberîn, dikare refîngehek jê re bê çêkirin. Belê ev naxwazin bikin. Ji ber PDK naxwaze ev herêm bibe xwedî refîngeh. Ji bo timî çavê me li destê wan be. Ew beşê YNK’ê yê li Hewlêre parastina berjewendiyên PDK’ê dikin. Ji ber ew jî para xwe werdigirin, naxwazin serê xwe bêşînin ji bo li vê herêmê refîngehek were vekirin.

 

‘Tirkiye her weke dema Osmaniyan li vê herêmê temaşe dike’

 

Li aliyek din jî dema em berê xwe bidinê, dibinin ku Tirkiye her weke serdema Osmaniyan li vê herêmê temaşe dike. Her wê demê waliyên xwe erkdar dikirin û ji wan re çi dixwestin dişandin. Niha jî waliyê wan kak Mesûd e. Pêştir ji wan re genim û dexil dişand. Niha gaz, petrol û hemû jêderên petrolê dişine.

 

Em weke çengê aborî yê Tevgera Goran me belav kiriye ku vê mehê 930 milyon dolar dehata petrole hebûye. Mûçeyê karmendan bi şêweyek bê paşxistin 800 milyon dolare. 130 milyon dolar zêde ye. Erê ka ev li kûderê ye? Çarêkek mûçe tê dayîn. Ne gaz tê dayîn û ne jî mûçe. Baç giran kirine. Dehata navxweyî ya parêzgeha Silêmanî 70 milyar dînare. Ne diyare kûde diçe. Hemûyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Li parêzgeha Silêmanî yê posoleyan îmze dike Qubad Talebanî ye. Ewa bi dilê wî be pere jê re xerc dike. Ya ne bi dilê wî be nake. Ev dehata navxweyî û jêdera xwezayî ya Silêmaniyê ji bo welatiyên Silêmanî nayê xerckirin.

 

Ji bo Silêmanî çend refîngeh pêwîste?

 

Ger em bikarin li sînorê parêzgeha Silêmanî 3 refîngehan vekin, dikarin hemû pêwîstiyên Herêma Kurdistanê pêk bînin. Li gel vê jî ji bo 3 hezar kesî derfetê karkirinê çêdibe. Em petrola reş dişinin derve, ji azarbaycan û Turkmenîstan jî benzin û sotemeniya xerab tînin.

 

‘Pirsgirêk di vir de ye ku berpirs şîrketan ne li ser navê xwe vedikin’

 

Ji lijneyek we gazindên ku naxwazin navê berpirsên van şîrketan ên karê gendeliyê dikin eşkere bikin, tê kirin. Gelo hun ser vê çi dibêjin?

 

Li ser min bi xwe 48 dozên dadgehê hene. Ji ber ewe ku min navê hinekan eşkere kiriye. Gelek ji van jî belgeyên min hebûn. Ew beşên ku belgeyên min li ser nebin, nikarim navê wan bejim. Pirsgirêk di vir de ye ku her berpirsek dema zêde gendelî dike, li parêzgeha Silêmanî yek metra erd bi navê xwe negirtiye. Hemû bi navê kesên din dikin. Me berhemê zêdetirê 10 şîrketan vegerandiye. Ewên tên bîra min şîrketa Petro, Lîstan, Simod, Wetet, Bihar Grub, Çoman Grub evane ku xwediyê wan diyare. Belê ez bawer dikim ku nayên wanin. Me yek daye dadgehê ku divê 3 milyar dînar ceza bide. Yan jî divê xwediyê wê bê girtin. Belê xwediyê wê nehat girtin û ne jî ceza da. Ger em zêde ser israr bikin dibe ku ew me bavêjin zîndanê. Qubad jê re wesayît berdane û dibe ku lihevkirinek nû li gel bikin. Ger berpirs li pişt wan nebin, çewan dikarin wiha bikin?

 

‘Çend lihevkirinên ku walî bi şêweyek neyasayî îmze kirine berdestê minin’

 

Walî li ser van karan bi we re heman fikire û dibe alîkar gelo?

Cara dawî walî alîkariya me kir. Belê pêştir hejmarek lihevkirin li gel min hene ku walî îmze kirine û ne yasayî ne. Mînak; Bihar Grub daxwaza 25 hezar ten kiriye. Ji vane 4 cûrên benzîna xerabe. Van jî qebûl kiriye ku ev ne yasayî bûye. Bi şêweyek ne yasayî li benzînxaneyan dane xelkê. Li aliyek din pêşî li karê benzînxaneyên xelkê hatiye girtin ku karê wan yasayî bû ye.

 

‘Hemû hewldanên wan ji bo zêdetir welatî bişelînin e’

 

Çima gaza spî girane?

 

Li parêzgeha Silêmaniyê 473 hezar malbat hene ku her malek ji wan varêlek gazê tê dayîna wan. Pêwîstiya me bi 106 milyon lîtreyê gaza spî heye. Yek qetir gaz ji aliye hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo me nayê dayîn. Hikûmeta Iraqê rojane 5 tankeran ji bo me dişine. Ev jî têra nake.

 

Refîngeha Baziyan rojane 16 milyon lîtir gaza spî hildiberîne. Me daxwaz kiriye ku bi nirxek erzan bidin welatiyan. Lê ew li bazarê bi giranî difiroşin. Didine çend şîrketên nêzî xwe. Li gel hejariya welatiyan jî nirxê varêlekî ji 90 hezar dînar heya 140 hezar dînar diçe. Van hemû tişt kiriye bazirganî. Hemû hewldanên wan ji bo çewan hîn zêdetir bikarin welatiyan bişelînin e.

 

‘Hemû di destê mafyayê de ye’

 

Serokê Lijneya Jêderên Xwezayî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê di hevpeyvînek xwe de dibêje, beşa petrolê li Herêma Kurdistanê di destê mafya de ye. Gelo hilberîna petrolê jî her di deste mafya de ye?

 

Bi misogerî petrola reş û ewên derdora petrola reş, weke şîrketên parastinê, şîrketên xizmetgûzariyê, refîne û berhemên petrolê hemû di destê mafya da ne. Her li vir tenê ne wisa ye. Li gelemperiya welat wisa ye. Ger qala her tiştekî bikî asayî ye. Belê dema qala petrol û gaz bikî, bê navber rastî gefan dê bêy.

Heya niha li we gef hatine xwarin?

 

Rojane gef li min tên xwarin, bi telefonê.

 

Çi dibêjin?

 

Gotinên nexweş û bêrêzî dikin. Gef dixwin. Kesan dinerin gel min. Belê eve me paşda naxwe. Dibe ger ku bi dehan kes dema vê hevpeyvînê bibinin ku destê wan di gendeliyê de heye, guhdarî van gotinên min bikin, ez nahêlim benzîna xerab bête Herêma Kurdistanê yan jî wê bidin ser cenazeyê min."

 

(sk)