Yekîtiya Parlamenteran: Bikaranîna hêzê gefek cidiye li dijî gelê Kurd

42

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Di daxuyaniya Yekîtiya Parlamenteran de wiha hat gotin; “Di rûniştina 12’ê Îlona 2017’ê ya Parlamentoya Iraqê de, bi şêweyek gumanbar bê ku komên Kurd agahdar bikin, mijara referandûma li Başûrê Kurdistanê xistin dengdanê. Parlamentoya Iraqê referandûm red kir. Bê ku sedemek yasayî û destûrî nîşan bidin.”

 

Daxuyaniyê wiha dewam kir; “Referandûm proseyekî yasayî û demokrasiye. Li gel pîvanên mafê mirov û yasayên navnetewî gûncawe. Lê mixabin Parlamentoya Iraqê ji vê ne agahdare.”

 

‘Bi heman hişmendiya hikûmeta berê tevdigerin’

 

Di dawiya daxuyaniya Yekîtiya Parlamenteran de wiha hat diyarkirin; “Parlamentoya Iraqê banga bikaranîna hêzê dike. Ev jî gefek cidiye li ser ewlehiya gelê Kurdistanê. Bi heman hişmendiya hikûmeta pêştir tevdigerin. Yekîtiya Parlamenteran vê biryara Parlamentoya Iraqê bi tundî şermezar dike. Ji raya giştî û azadîxwazên Ereb û cîhanê dike vê helwesta ne yasayî û ne hiştîmanî şermezar bikin. Bersiva herî baş ji bo vê jî tifaqa gelê Kurdistanê û bersiva yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê ye.”

 

(rn)