YNK: Emê tevlî rûniştina sibe ya parlamentoyê bibin

48

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Li ser mijarê Seroka koma YNK’ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ku ji ajansa me re axivî, got; “Encûmeniya rêveber a YNK’ê biryar daye ku tevlî aktîfkirina parlamentoyê û rûniştina parlamentoyê bibin. Ger Tevgera Goran û Dr. Yûsif Mihemed tevlî jî nebin, YNK wê tevlî bibe.”

 

Bêgerd Talebanî wiha jî got; “Em bi xwe yek ji wan şandên daxwaza aktîfkirina parlamentoyê dikirin bûn. Em li gel aliyên siyasî civiyane. Sibe parlamento wê vebe û rûniştin pêk tê. Her kesek sibe serokê rûniştina parlamentoyê bike, emê tevlî rûniştinê bibin.”

 

(rn)