Ji ber tirsa metirsiya referandûmê bazara Kerkûkê vala ye

45

 

 

 

SORAN MIHEMED/KERKÛK

 

 

'Ji ber ku çarenûsa Kerkûkê nediyar e'

 

 

Esnafê bi navê Armanc Bekir wiha got; "Tirs û nearamiyê wisa li milet kiriye ku êdî neyên bazarê û tiştan nekirin. Bi giştî pêşbaziya siyasî bandorî li bazarê kiriye û bazar vala hiştiye. Tê gotin ku metirsiya leşkerî li ser Kerkûkê ye. Ji ber pêkanîna referandûmê xelk gelekî ditirsin. Bi giştî niha xelk pereyan kom dikin. Ji ber eger tiştek hebe, tiştek çêbibe bajar vala bikin. Ji ber ku çarenûsa vî bajarî nediyar e."

 

Armanc Bekir axaftina xwe wiha domand; "Tenê xelk ji bo tiştekî gelek pêwîstiya wan pê heye, tên bazarê. Niha tişta herî zêde xelk dikirin ard e. Li mal dihêlin, ji bo eger tiştek hebe xwe pê bijîn. Lê bi giştî bazar lewaz bûye. Êdî esnaf nikarin kirêya dikanên xwe peyda bikin."

 

Esnafê bi navê Mîran Mihemed li ser heman mijarê wiha axivî; "Niha em di destpêka hatina demsala zivistanê de ne û dawiya havînê ye. Bi giştî salên din di vê demê de bazar germ bû. Lê îsal xelk gelekî ditirsin, ji ber vê yekê bazar jî vala ye. Bi tiştî êdî xelk pere nadin bi cilûbergan. Pereyên xwe kom dikin. Ji bo eger tiştek hebe, pê biçin bajareke din."

 

'Niha tenê Kerkûk fatûreya referandûmê didin'

 

 

Mîran Mihemed diyar kir ku ji ber referandûmê tirsek mezin li Kerkûkê heye û got; "Heya niha xelk nizane wê hikûmeta navendî ji ber referandûmê li hemberî Kerkûkê çi bike. Ji ber vê yekê xelk di nava guman û tirsê de ye. Niha tenê Kerkûk fatûreya referandûmê didin."

 

Welatiyê Kerkûkê yê bi navê Birwa Mihemed jî wiha peyvî; "Bi giştî nêzî 2 mehane bazar nemaye û rewşa bazarê xirab bûye. Ji ber ku xelk êdî pereyan mezref nakin. Ji ber ku çarenûsa vî bajarî nediyare. Ji aliyê din ve Bexda gefan li mûçexweran dike. Eger deng bi referadûmê bidin wê mûçeyên wan bibire.  Di dîrokê de her tim ev bajar bûye qurbaniya siyaseta di navbera Hewlêr û Bexdayê de."

 

'Êdî em nikarin pêwîstiyên zarokên xwe peyda bikin'

 

 

Birwa Mihemed herî dawî got; "Dema ku berpirs dibêjin, em ji bo hemû fatûreyê amade ne, tenê welatî vê fatûreyê didin. Ew berpirs fatûreyê nadin. Êdî em nikarin pêwîstiyên zarokên xwe peyda bikin. Ji ber vê yekê ez daxwaz dikim ku pirsgirêkê çareser bikin."