Dibistanên Wargeha Mexmûrê dest bi sala nû ya perwerdeyê kirin

32

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR

 

 

Îro di demjimêr 08:00’an de li Wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi fermî dibîstan vebûn. Vebûna dibistanan bi beşdarbûna hezaran xwendekar û mamostayan  merasîma vebûna dibîstanan bi deqeyekê rêzgirtin û bi xwendina Sirûda Neteweyî hat despêkirin.

 

Bi despêkirina sala nû ya perwerdeya 2017-2018’an li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji 5 dibistanên dayikê û ji 7 dibîstanên Seretayî, Navîn û Amadeyî ku hejmara xwendekaran ji 3 hezar û 500’an zêdetire, îro bi kelecanek mezin û bi awayek fermî dest bi sala nû ya perwerdê kirin. Hat diyarkirin ku “Zarokên Wargehê xwedî şansek pir mezinin ji ber bi zimanê dayika xwe dixwînin, dihizirin û perwerdeya xwe dibînin.”

 

Merasîma vekirina dibistanan li dibistana Şehîd Salih Kendal hate pêkanîn di merasîma vekirinê de axaftina vekirinê ji aliyê Rêveberiya Dibistana Şehîd Salih Kendal Zubeyir Kara ve hat kirin. Zubeyir Kara di despêka axaftina xwe de got ku: “Xwendavanên hêja em îro dest bi pêvajoya perwerdeya sala 2017- 2018’an dikin. Hûn wek zarokên Mexmûrê vê yekê baş dizanin ku di nava zarokên Kurd de hûn xwedî şansekî pir mezinin ji ber  ku hûn bi zimanê dayika xwe dixwinin, dinivîsin û dihizirin.”

 

Kara di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku: “ Em weke mamosta daxaza me ji we xwendevanan ewe ku hûn bi kelecan û eşqek mezin di sala nû ya perwerdeyê de serkeftinên mezin  bi dest bixin.”

 

Kara bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “ Hûn weke zarokên Mexmûrê  eger bi heyecan û bi eşqek mezin dest bi perwerdeya xwe bikin, hûn wek xwendevan û em jî wek mamosta emê bi karibin di dawiya salê de bi serkeftinên mezin perwerdeya xwe bi qedînin. Ji ber ku daxaza me wek mamosta ji we xwendevanan ewe ku hûn zarokên pêşeroja mene, hûn mamosta, nivîskarên pêşerojê ne ji ber vê yekê ji we tê xwestin ku hûn bi daxazek mezin li ser perwerdeya xwe bi sekinin. Em ji wek mamosta di sala nû ya perwerdeyê de ji we re serkeftinê dixazin.”

 

Piştî qedandina axaftina  mamosta Zubeyir Kara xwendekaran berê xwe dan refên xwe û bi fermî dest bi perwerdeya xwendinê ya sala nû kirin.