Di bedewkirina jiyanê de zarokên Şengalê jî rola xwe dilîzin 

38

 

 

TOLVÎN ARHAT/ŞENGAL

 

 

Li Şengalê jiyan ji nû ve şîn dibe û yên herî zêde rola xwe dilîzin zarokên Şengalê ne. Zarokên Şengalê ji bo ku alîkariya hev bikin, ji xwe re di nava malên ku hatine xerakirin de xurdeyan kom dikin û difiroşin.

 

‘Jiyan jinûve tê avakirin’

 

Dema mirov diçe bajarê Şengalê du hestan dijî. Yek jê qirejiya şer a ku hemû xweşikbûnê dikuje, yek jî israra mirovan a ji bo xweşikkirin û bedewkirinê. Gelê Şengalê çi qasî êş jiyabin jî dest ji bedewkirina jiyana xwe bernadin. Malên ku di dema fermanê de xera bûne jinûve tên avakirin û kêleka vê jî ji bo debara xwe bikin şeniyên Şengalî dest bi kar kirine. Lê belê ne tenê mirovên temen mezin, zarokên Şengalê jî ji bo debara malbata xwe di nav liv û tevgerê de ne.

 

‘Ji bo alîkariyê bidin malbata hevalên xwe dixebitin’

 

Em di gera xwe de li kolanên Şengalê rastî zarokan hatin. Ew zarokên ku ji ber fermanê hemû lîstikên xwe li pey xwe hiştibûn, piştî rizgarkirina bajêr ku careke din vegeriyabûn cihê xwe. Lê belê tiştekî ecêb hebû, ew zarok nedilîstin. Di mal û xaniyên ku di dema fermanê de xera bibûn digeriyan, û xurde kom dikirin. Paşê hesinên di nav wan xurdeyan de cuda dikin û difiroşin. Lê belê tişta ku dihişt çîroka van zarokan balkêştir bibe ew bû ku wan zarokan ne ji bo xwe ji bo hevalên xwe yên malbatên wan di aliyê aborî de zehmetiyan dikişînin ew kar dikirin.

 

Zarokê bi navê Silêman Emer ji me re axivî û wiha got, “Em van tiştan kom dikin û difiroşin dikandarên Êzîdî. Piştre em pereyên xwe kom dikin û didin hevalê xwe Ekrem. Ji ber rewşa wan a aborî nebaş e.”