Jinên Amerîkaya Latîn li derdora rojeva Jineolojiyê kom bûn

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Piştî panel û semînera li Arjantînê du rojan Kampa Jineolojiyê hate lidarxistin. Ji Arjantîn, Hondûras, Şîlî, Ûrûgûay û Kolombiyayê nûnerên tevgerên jinan, femînîstên otonom, akademîsyen û endamên tevgerên ciwan û civakî tevlî kampê bûn. Kamp ji aliyê Komîteya Hevgirtinê ya bi Kurdistanê re hate lidarxistin. Endama Komîteyê Natalîa Benavîdes diyar kir ku armanca jineolojiyê ronîkirina civakê ye.

 

Di roja destpêkê ya kampa Jineolojiyê de Zîlan Diyar qala dîroka tevgera jinan a Kurd û pêvajoya guherîn û veguherîna wê kir.

 

Êvarî jî bi stranên Îspanyolî û Kurdî çalakî domiya.

 

Di roja duyemîn de jî sînevîzyona li ser Sakîne Cansiz a ku yek ji pêşenga tevgera jinên Kurd e, hate temaşekirin. Piştre jî rexneyên jineolojiyê yên li ser zanistên civakî û metodên lêkolînê hate vegotin. Piştî nîqaşan du sînevîzyonên li ser projeya JINWAR’ê hatin temaşekirin.

 

Standa ku broşur û pirtûkên li ser Jineolojî û tevgera jinan a Kurd lê hebûn jî du rojan vekirî ma.

 

Jineolojî ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve diyarî tevahî jinan hatibû kirin û ji wê rojê ve her diçe xebatên Jineolojî pêşdikeve, bisazî dibe û gerdûnî dibe. Heya niha bi dehan semîner û xebatên danasîna Jineolojiyê li welat, herêm û li derveyî welat hatine meşandin.