Mamosteyên Nerazî mehek dem ji bo hikûmetê diyar kirin

27

 

 

HAWKAR MISTEFA/ SEYÎDSADIQ

 

 

Çavlirê ye roja Duşemê ango 2’yê Cotmehê zengila destpêkirina sala nû ya xwendina 2017- 2018’an dest pê bike. Li gel wê jî heya niha destkariya paşxistina mûçeyên mamoste û karmendan nekiriye. Ew pereyê ku weke alîkarî jî ji bo mamosteyan hatibû dayîn jî hê nehatiye belavkirin.

 

'Sozên dan me bii cih neanîn'

 

 

Têkildarî mijarê Mamosteyê Dibistana Hersînî ya Seyîdsadiq Hemze Mihemed wiha ji ajansa me re axivî: “Destpêkirina saleke nû ya xwendinê ne ew qasî girîng e ku rewşa mamosteyan li ber çav were girtin. Ew sozên ku ji bo me hatin dayîn bi cih neanîn. Ji ber ku eger mamoste mal û rewşa xwe ya debarê bihizire, bêguman nikare wek a hewce dike peyama xwe bide xwendekaran. Ev jî dibe sedem ku qada perwerdeyê bi giştî têk biçe. Xwendekar jî zerarê bibînin.”

 

Her wiha Hemze Mihemed diyar kir ku ew pereyê biryar bû ji bo şeş mehan wek fona alîkariyê dabûna mamosteyan, tenê yê sê mehan dane.

 

Hemze Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heya niha ne diyar e wê şêwazê destpêkirina dewama dibistanan bi çi şêwazî be û wê mamoste çawa rewşê binirxînin. Ji ber ku piraniya mamosteyan ji Helebce û Silêmanî tên û diçin. ji ber ku eger hêsankariyekê ji bo hatin û çûna mamosteyan neyê kirin, mamoste nikarin wiha berdewam bikin.”

 

'Mamosta wê mehekê wext bidin'

 

 

Li ser heman mijarê Endamê Desteya Mamosteyên Nerazî li Seyîdsadiq Salar Mehmûd jî ev gotin kir: “Dibe ku heya astekê mamoste vê rewşê li ber çav bigirin û ji destpêka dewamê ve dest bi xwepêşandanan nekin. Ev jî nayê wê wateyê ku êdî wê mamoste bêdeng bin. Mamosta wê tenê  ji bo hikûmeta Herêmê û Wezareta Perwerdeyê bi qasî mehekê wext diyar bike ku bersiva wan. Berevajî wê, wê dest bi xwepêşandanan bikin.”