Dilşad Omer: Diviyabû hikûmet xwedî biryarên xwe derketiba

34

 

 

DANA OMER/SILÊMANÎ

 

 

Duh deriyên dibistanên Herêma Kurdistanê ji bi xwendina sala nû ji xwendekaran re hate vekirin. Mamosta jî bi heman pirsgirêken sala par ên ku nehatine çareserkirin vegeriyan holên xwendinê. Hinek mamostayan jî ji bo başkirina mûçe û daxwazên din mehek dem dane hikûmetê û boykot ragihandine. Her wiha hinek ji wan jî vegeriyane holên xwendinê.

 

Rêveberê Perwedeya Silêmaniyê Dilşad Omer der barê sala nû ya xwendinê de ji ajansa me re  axivî  û spasiya wan mamosteyên vegeriyane holên xwendine kir û got: “Ez hêvîdar im hem hikûmet hem jî em bi xwe hevkarê sîstema perwerdeyê bin û li hemberî mamostayan bi wefa bin.”

 

Dilşad Omer der barê astengiyên li pêşiya xwendina îsal de jî wiha axivî: “Me bi rêya şîrketan û rêxistinên navxweyî û navneteweyî karîbû hinek pêwîstiyên xwendina îsal dabîn bikin. Niha pirsgirêka sereke ya li pêşiya xwendinê ji bilî mûçe ku em hemû girtine kêmbûna avahiyên xwendinê ne.”

 

Dilşad Omer ev jî got: “Plana me ew bû ku em hemû dibistanan bikin dewama direj û yek dewamî. Lê ji ber kêmbûna avahiyan du dewamî û sê dewamî ne. Li hinek cihên derveyi bajar jî hinek dibistan çar dewamî me hene.  Ev ne tiştek baş e, ji bo xwendinê.  Ez hêvîdar im ku hikûmet van 44 avahiyên sînore Silêmaniyê ku temam nebûne çêke. Ji ber ku nehêle sîstema xwendinê paşve biçe.”

 

Dilşad Omer xemginiya xwe ji bo paşketina mûçeyê mamostayan jî ani ziman û wiha got: “Hê mûçêyê sê mehên sala par nedane mamostayan. Diviyabû hikûmet xwedî li biryarên xwe derketiba û bi cih anîba. Ez hêvîdar im hikûmet weke diyariyeke van sê mehan ser hev bide mamostayan.”

 

Der barê boykota hinek mamostayan de jî Rêveberê Perwerdeya Silêmaniyê Dilşad Omer wiha got: “Em rêzê ji hemû çalakiyan re digirin. Lê ez pirsekê dikim. Kurê kîjan berpirsekî ji krîza li Herêma Kurdistanê ya heyî zerar dîtiye? Her zarokên hejaran zerar dîtine. Ji ber wê tu encamek dernakeve. Em piştgirî û hevkariya wan dikin. Em çûne gel hikûmetê. Lê tişta ku hatî kirin tenê ew bû.”

 

Li Herêma Kurdistan milyonek û 706 xwendekar hene. 126 hezar mamosta hene.  Hezar û 189 dibistan hene. Li 173 dibistanan sê dewam têde tê kirin. Ji bili çend dibistanên ku yek dewam têde tê kirin li piraniya dibistanan du dewam têde tên kirin.