Referandûm nirxê neftê bilind kir

34

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Bi hatina werza payîz û zivistanê re neft jî bihatir dibe. Niha nirxê bermîleke neftê li Herêma Kurdistanê 170’ê hezar dînar e. Ev rêjeya bilindbûna nirxê neftê li gorî salên bihurî ferqeke mezin heye.

 

Welatiyê bi navê Rizgar Fetah yê bajarê Silêmaniyê ku karê neft firotinê dike, têkildarî bilindbûna nirxê neftê ji ajansa me re axivî û got: “Niha nirxê neft li bazarê bajarê Silêmaniyê 170’ê hezar e. Ev jî pir biha ye. Par di sermayê de jî bihayê bermîleke neftê 135 hezar dînar bû. Îsal nirxê neftê pir zêde bûye.”

 

‘Pir biha ye’

 

 

Fetah têkildarî sedema bihabûna neftê jî wiha axivî: “Ji ber hikûmet neft nade welatiyan û li ser wan belav nake, daxwazeke zêde ya neftê li bazarê derdikeve pêş û ev jî dibe sedem ku neft biha bibe.”

 

Fetah diyar kir ku ev nefta ji bo bajarê Silêmaniyê tê ji Bazyan, Kerkûk û Îranê tê û li bazar jî tê firotin.

 

Balkêş e ku piştî pêkhatina referandûmê ya li Başûr bihayê neftê jî zêde bû û ev dide nîşandan ku di vê rewşa krîza aborî ya Başûr de bihabûna neftê wê zehmetiyên cidî ji bo welatiyên Başûr bîne.