Tirkiye û Îran li dijî destkeftiyên Kurd di hevdîtinan de ne

50

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serfermandarê Giştî yê Tirk Hûlûsî Akar, hevdîtinên xwe yên li Îranê berdewam dike. Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan jî sibe diçe Îranê. Di navenda hevdîtinên van aliyan de jî hewldana pêşxistina siyaseteke dijî Kurd xuya dike.

 

Akar, li Tehranê bi Serfermandarê Giştî yê Îranê Mihemed Bakirî û Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ya Ewlekariyê  Elî Şemxanî re civiya. Piştî van hevdîtinan jî bi Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî re civiya.

 

Şemxanî: Hevkariya sê alî gengaz e

 

 

Şemxanî têkildarî encama hevdîtinê axivî û ji bo referandûma Başûrê Kurdistanê jî got: “ Bûyerên neyînî yên li herêma Kurdistanê ya Iraqê rû bidin, ji bo bandoreke xirap li têkoşîna dijî terorê ya li herêmê neke, hevkariyeke sê alî di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de şert e.” 

 

 

Akar jî ji bo parastina sînoran hevkarî pêşniyar kir

 

 

Akar jî di hevdîtinê de yekparebûna xaka Iraqê parast û diyar kir ku ewê bi hevkariyeke sê alî ya di navbera Îran, Iraq û Tirkiyê de pêşî li pîlanên yên dixwazin cûdaxwaziyê bikin, were girtin û got: “Sînorên di navbera du welatan de, sînorên dostaniyêne û wê bi ti awayî destûr ji komên terorîst yên dixwazin vêya xirap bike re neyê dayîn.” 

 

Ruhanî: Ji bo berjewendiyên hevpar divê em bihevre tevbigerin

 

Akar û Bakirî paşê bihevre li Tehranê li Qesra Serokkomariyê serdan Hesen Ruhanî kirin. Têkildarî encamên hevdîtinê li ser malpera serokkomariyê daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “ Me di mijara têkoşîna dijî terorê û parastina sînoran de li hev kir.”