Ebadî ji bo Kerkûkê rêveberiya hevbeş pêşniyar kir

35

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo Kerkûkê ku li gorî destûra bingehîn a Iraqê ya di 2005’ê de hate çêkirin di nav herêmên bi nakok de cih digire, pêşniyara ‘rêveberiya hevbeş’ kir.

 

Piştî referandûma 25’ê Îlonê li Herêma Kurdistanê hate kirin, yek ji xalên herî bûne mijara redkirina dinavbera hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî Kerkûk e.

 

Televizyona dewletê ya Iraqê diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo Kerkûkê rêveberiya hevbeş pêşniyar kiriye û wiha ragihand; “Herêma Kurdan û li gel herêmên ku ji kevin de dibin kontrola hikûmeta Federal de bûn me rêveberî jê re pêşniyar kiribû, lê bersiv ji bo van bangên me nehat. Niha ez wan bi samîmî ji bo pêkanîna vê vedixwînim.”

 

Li gor heman nûçeyê Ebadî wiha jî got; “Bi zorê herêm girtin û dagirkirin, vegera gel astengkirin û bi rêya hêz û gefan hewldana bûna xwedî statuyek nikare were qebûlkirin.”

 

Parlamentoya Iraqê pêş referandûma ku 25’ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê pêk hat, Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji kar girt. Meclisa Bajarê Parêzgeha Kerkûkê û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku ew vê biryarê nas nakin.

 

Parlamentoya Iraqê piştî referandûmê ji bo paşda girtina Kerkûk û herêmên din ên bi nakok, ji Ebadî xwest ku leşker bişîne herêmên mijara gotinê.

 

(sk)