YJK-E: Em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiyên ji bo Rêbertî

37

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Yekîtiya Jinên Kurdistanê –Elmanya (YJK-E) têkildarî komploya 9’ê Cotmehê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

 

"Di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber gefên dewleta faşîst Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derket. Di encama peymana dewleta faşîst a bi hêzên komploger re Rêbertiya me ji Sûriyeyê hate derxistin û bi ev pêvajo bi esaretê bi dawî bû lê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan tu caran têk nêçû.”

 

Daxuyanî wiha didome:

 

“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji berê ve dixwest doza Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bike û çûna Ewrûpayê girîng didît. Lê ji ber rastiyan dît ku pergala kapîtalîst naxwaze têkoşîna azadiyê ya Kurdan bibîne. Nêziktêdayîn berjewendîxwaz ên dewletên Ewropayê bi komploya 9’ê Cotmehê – 15’ê Sibatê derket holê.

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zindana Îmraliyê jî li ber xwe daye û komplo pûç kiriye. Kesên ku digotin qey wê bi dîlgirtina Rêbertiyê re Tevgera Azadiyê ya Kurdan têk biçe, ketin nav xwexapandineke mezin. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hewldanên Rêbertiyê û bi girêdana gel a bi Rêbertiyê re her roj destkeftinek bi dest xistiye û şertên jiyana azad ava kiriye. Di encama têkoşîna gelê Kurd de Şoreşa Rojava pêk hatiye.”

 

‘Bêyî Ocalan aştî nabe’

 

Daxuyanî balê dikişîne ser tecrîdê û ev tişt hatin diyarkirin:

 

“Rêbertiya me 19 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Tê zanîn ku dewleta Tirk di sala 2006’an de xwest Rêbertiya me jehrî bike. Gelê Kurd ji Îlona 2016’an û heta niha ji Rêbertiya xwe tu agahî nestendiye û parêzer û malbat jî tê de, tu kes bi Rêzdar Ocalan re neciviyaye.

 

Tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî û mirovayetiyê ye. Divê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) peywira xwe bi cih bîne. Divê polîtîkaya şer a li ser Kurdan bi dawî bibe. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn bêyî Ocalan aştî ne pêkan e.

 

Heta ku Rêbertiya me bi awayê fizîkî azad bibe, em ê li qadan bin û em ê mafê xwe yê demokratîk heta dawiyê bi kar bînin.”

 

Bang

 

YJK-E’yê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

 

“Yekîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya ew ê di 7’ê Cotmehê de li Elmanyayê li Berlîn, Hambûrg, Hannover û Dûsseldorfê ji bo Rêbertiya xwe em ê çalakiyên hemwext li dar bixin. Em hemû gelê xwe, kes û saziyên demokrat vedixwînin çalakiyan û em banga geşkirina hevgirtina gelan dikin.”