Artêşa Iraqê kontrolkirina Hewîce ragihand

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Fermandarê Kontrolkirina Hewîce, Ebdulemîr Reşîd Yarela îro ragihand ku navçeya Hewîce a Kerkûkê hatiye rizgarkirin.

 

Di daxuyaniya ji aliyê Fermandarê Kontrolkirina Hewîce, Ebdulemîr Reşîd Yarela ve hat dayîn de, tê gotin ku pêşveçûnên artêşa Iraqê yên ji bo kontrolkirina herêmên derdora navçeya Hewîce berdewame.

 

Fermandarê Heşdî Şebî duh ragihand ku tevahiya navçeya Hewîce ya Kerkûkê hate rizgarkirin.

 

Navçeya Hewîce ji sedî 33'yê parêzgeha Kerkûkê pêk tîne. Ji meha Tîrmeha sala 2014'an ve di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Di 21'ê Îlonê de ji aliyê artêşa Iraqê ve operasyona rizgarkirina navçeyê hate destpêkirin.

 

Fermandarê Operasyona Hewîce Ebdulemîr Reşîd Yarla duh destpêkirina operasyona navenda navçeya Hewîce ragihandibû.