Macron: Ji bo navbeynkariya Hewlêr û Bexda em amade ne — HAT NÛKIRIN

34

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron piştî hevdîtina bi  Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo navbeynkariyê amade ne.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh êvarî bi vexwendina Serokomarê Fransayê Emanuel Macron çû paytexta Fransa Parîsê. Îro di saet 10:00'an de Serokomarê Fransayê Emanuel Macron pêşwazî li Heyder Ebadî kir.  Piştî hevdîtinê Ebadî û Macron daxuyanî dan.

 

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê ragihand ku ji bo çareserkirina aloziyên piştî referandûma Herêma Kurdistanê derketine amade ne navbeynkariya Bexda û Hewlêrê bikin û got; "Divê mafên Kurdan werin qebûlkirin, lê piştî ku yekîtiya axa Iraqê were parastin. Eger Hikûmeta Iraqê bixwaze, Fransa amade ye navbeynkariya hikûmeta Bexda û Hewlêrê bike."

 

Têkildarî referandûma Herêma Kurdistanê ya di 25'ê Îlonê de pêk hatî jî Macron wiha got; "“Referandûma Herêma Kurdistanê nepiştrastiyeke rasteqîn li Iraqê çêkiriye, berî referandûm pêk were jî me gotiye ku em Iraqeke yekgirtî û bihêz dixwazin.”

 

Macron diyar kir ku daxwaz ji Bexda û Hewlêrê kirine ku rêzê ji yekgirtin û serweriya xaka Iraqê re bigirin.

 

Ebadî jî diyar kir ku  divê pêşmerge bibin beşek ji hêzên  Iraqê û got; "Em rûbirûbeke çekdar, neyarî û pevçûnan naxwazin. Em rêzê ji daxwazên welatiyên kurd re digirin lê divê em bi hev re bixebitin."

 

Ebadî têkildarî referandûma Herêma Kurdistanê jî got; "Em li ser yekparçebûna xaka Iraqê bi îsrarin. Hikûmet û parlamentoya Iraqê ragihandiye ku referandûma Herêma Kurdistanê neyasayî ye. Em rêzê ji daxwazên hemû neteweyên Iraqê re digrîn. Di destûra Iraqê de mafê hemû neteweyan heye. Lê di çarçoveya Iraqê de. Ji ber ku me dijminên hevbeş hene. Me navê ti dijmintiya me ligel pêşmergeyan hebe."