Xamaney: Referandûm xiyaneteke ku pêşeroja herêmê tehdîd dike

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gor nûçeya ku ajansa nûçeyan a Fermî ya Îranê IRNA spart ofîsa çapemeniyê ya Xamaney, Serokê Olî yê Îranê Elî Xamaney duh Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û heyeta wî re hevdîtin pêk anî, got: “Referandûm, xiyaneteke ku pêşeroja herêmê tehdîd dike.”

 

Xamaney diyar kir ku referandûma mijara gotinê ji bo gelê herêmê tehdîdekê çêdike û wê tesîra wê li ser cîranên Iraqê demdirêj be.

 

Xamaney li hember referandûma Herêma Kurdistanê ya “ne rewa” bal kişand ser hevkariya Îran û Tirkiyeyê û got: “Îran û Tirkiye li hember vê bûyerê, divê her gava pêwîst biavêje û hikûmeta Iraqê jî di vê mijarê de biryarên cidî bigire.”