DadgehaTirk 6 sal ceza da parlamentera HDP’ê Çelîk

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan 19’ê Nîsanê li Mûşê hatibû binçavkirin û girtin û doz li wê hatibû vekirin. 4’emîn rûniştina doza Çelîk Ozkan a bi îdîaya “Endama rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê kirin” û “Bi eşkere gel teşwîqî dijmintiyê kirin” 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê pêk hat. Malbata Ozkan, parlamenterên HDP’ê Ahmet Yildirim, Saadet Becerîklî, Sîbel Yîgîtalp, Adem Geverî û rêveberên HDP û DBP yên navend û navçeyan başdar bûn.  Parlamentera HDP’ê Bûrcû Çelîk Ozkan ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncana Enqerê, bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû. Ji ber pirsgirêka SEGBÎS’ê doz dereng dest pê kir. Piştî tespîta nasnameyan Ozkan parastin kir. Ozkan, îdîayên der barê xwe de red kirin û wiha axivî: “3 meh in keça xwe ya 3 salî nabînim. Ez di 5-6 saliya xwe de bi malbata xwe re bi darê zorê hatim koçberkirin. Niha jî heman tiştan dijîm. Tiştên di zarokatiya min de ji bo min rewa dîtin, niha jî ji bo zaroka min a biçûk rewa dibînin.” Ozkan, da zanîn ku tevlî merasîmên cenazeyan bûyîn jî sûc tê dîtin û wiha got: “Min peywira xwe ya olî û mirovî pêk anî. Darizandina min siyasî û yekalî ye. Ji ber vê yekê tehliyeya xwe dixwazim.”

 

Piştre parêzer parastina kir û beraata Ozkan xwest. 

 

Heyeta dadgehê navber da û piştî navberê, ji sûcên “Endama rêxistinê”,  “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Bi eşkere gel teşwîqî dijmintiyê kirin” beraat da Ozkan. Heyetê bi îdîaya “Tevî ne endama rêxistinê ye, alîkarî û cihê razanê daye rêxistinê” jî 6 sal cezayê girtîgehê da Ozkan.