QSD’ê li Dêra Zorê 20 hezar sivîl rizgar kir

47

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, îro 20 hezar sivîlên Dêra Zorê û gundên derdora wê ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin.

 

Li cihê pêwazîkirina sivîlan ji ber tunebûna avê, du zarok ku temenê wan  du salî bûn, jiyana xwe ji dest dan.

 

Sivîlan ji ajansa  me re axîvin û diyar kirin ji ber nebûna alîkariya saziyên navneteweyî, zarokên wan dimirin.

 

Sivîlên Dêra Zorê ev bang li rêxistinên navneteweyî û mirovahî kirin:”Em li çolên Dêra Zorê ji ber nebûna avê em dimirin. Di  nava vê tozê de em tenê avê dixwazin.”