Dewleta Tirk dest bi plana xwe ya dagirkirina Idlibê dike

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

 

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker îro li rastî gundê Kefer Solîn a Idlibê dest bi rakirina dîwarê di navbera sînor de kir.  Di heman demê de çavkaniyên herêmî dîmenên çeteyên Tirkiyeyê yên bin navê El-Hemzat ku li aliyê Hetayê ve ber bi Idlibê ve dimeşin li ser malperên tevna civakî belav kirine. Çeteyên behsa mijarê dirûşmên “Idlib em hatin” qîr dikin.

 

Komên çete bi karwanekî mezin ku ji dehan wesayîtên çekên giran li ser wan in berê xwe didin deriyê sînor ê Bab El-Hewa ya nêzî bajaroka Sermede ku di bin dagirkiriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cehbet El-Nusra) de ye.

 

Malperek nêzî çeteyan jî li ser zimanê hin fermandarên komên çete yên piştgiriya xwe ji hikûmeta Tirkiyeyê digirin duh gotin ku niyeta wan heye di demeke pir nêzîk de derbasî Idlibê bibin. Ev pêşketin piştî ku Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin got ku Tirkiyey wê di rojên pêş de dest bi pêkanîna planên xwe yên li Tirkiyeyê bike û îdîa kir ku plana wan wê di çarçoveya lihevkirina bi navê “herêmên kêmkirina şer” de pêk were. Herêmên kêmkirina şer li gorî peymana di navber Rûsya, Tirkiye û Îranê de li Astana li ser hate lihevkirin.

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku destpêkirina plana dagirkirinê piştî ku, Serokê Rûsya serdana Tirkiyeyê kir û Serokê Tirkiyeyê Erdogan serdana Îranê kir, pêk hatiye. Ev yek nîşan dide ku van aliyan di hevdîtinên xwe de li ser parvekirin û dagirkirina xaka Sûriyeyê û dijbertiya gelê Sûriyeyê li hev kirine.