‘Em ê xwedî li rêûresma Gurbetellî Ersoz derkevin’

45

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya, bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jinên Kurdistanê ku diyarî Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz hat  kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

‘Berpirsiyartiya me ji her demê zêdetir e’

 

Platforma Jinan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em îro Roja Rojnamegertiya Jinên Kurdistanê ku me ji Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîş Firat û Nûjiyan Erhan ên di rêya heqîqet û azadiyê de bedel dan girt pêşwazî dikin. Li dijî gelê Kurd, jin û gelên bindest êrîşên mezin hene. Di bin navê OHL’ê de zilm û îşkence hatiye rewakirin. Mîna rojnamegerek jinên Kurd mirov hemû zilma heyî dîbîne û hîs dike. Li dijî operasyonên desthilatdariyê yên dixwazin dengê heqîqetê qut bikin, berpirsiyartiya me ji her demê zêdetir e. Em bûn şahîdê cenazeyê dayika Taybet ku bi rojan li erdê ma, Kemal Kurkut ê li ber çavên bi hezaran kes hat kuştin, bi hezaran jinên li dijî pêşnûmeyên qanûnî, diziya jiyan û heqîqetê derketin kûçeyan. Ji van rastiyan zêdetir bûyerên xedar hat jiyîn.”    

 

‘Em ê xwedî li rêûresma Gurbetellî derkevin’

 

Platforma jinan, diyar kir ku ew ê heya dawiyê ala baweriya ku di civakê de dane avakirin, bi biryar  pêş de bibin. Platformê jinan di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Çawa ku Gurbetellî Ersoz bi cesaret û vînek mezin bû dengê jinan, em jî soz didin ku em ê xwedî rêûresma wê derkevin û heya dawiyê dû heqîqetê biçin. Çawa ku Denîz Firat hovîtiya DAIŞ’ê li cîhanê deng veda, Nûjiyan Erhan dengê jinên Êzîdî da bihîstin, em ê jî ji cihê mayîn kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin û bibin dengê hemû jinan.”