Berdevka QSD’ê: Li Reqayê mizginiya azadiyê nêzîk e

41

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Cîhan Şêx Ehmed di daxuyaniyekê de, ku li ser malpera QSD’ê belav bû, got, şervanan 85 ji 100’î yê Reqayê azadkirin.

 

Berdevka QSD’ê Ehmed got piştî rizgarkirina çend taxan û paqijkirina bajêr a ji mayinan di nav çend rojan de wê ragihînin ku tevahiya Reqayê ji dest çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.

 

Pêngava Rizgarkirina Reqayê 6’ê Hezîranê dest pê kiribû. Piraniya bajêr di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye. Bi deh hezaran sivîlên ku ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin li cihên ewle hatin bicihkirin.