Meclîsa Jinan a Sûriyeyê civîna xwe ya yekemîn li dar xist

52

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di civînê de 50 Endamên Meclîsê yên ji gelek bajarên Sûriyê û Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed amade bûn. Beşdaran li ser reşnivîsa rêziknameya Meclîsê û projeyên Meclîsê yên hersê mehên  pêş nîqaş kirin.

 

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Îlham Ehmed rewşa dawî ya herêmê nirxand û da zanîn ku ji ber destwerdana hemû hêzên cîhanî aloziya Sûriyeyê kûrtir bûye. Her wiha diyar kir ku serkeftinên li Bakurê Sûriyeyê têne bidestxistin, mekanîzmaya çareserkirina aloziyê ava dike.

 

Îlham di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku jina Sûrî ji bo derxistina gel û jinên herêmê ji vê aloziyê roleke girîng dilîzin.

 

Piştre beşdaran reşnivîsa Meclîsa Jinan a Sûriyeyê nîqaş kirin, nêrîn û pêşînyarên xwe der barê wê de pêşkêş kirin. Her wiha Komîteyên Meclîsê yên ″Rêveber ji 5 kesan pêk tê, Têkîliyên Dîplomatîk ji 13 kesan pêk tê, Zagonî ji 4 kesan pêk tê, Ragihandin ji 6 kesan pêk tê û Komîteya Darayî ji du kesan pêk tê″ hatin avakirin.

 

Di dawiyê de planên Meclîsê yên 3 mehên pêş wekî ″lidarxistina semîneran û civînên danasîna Meclîsê″ hatin diyarkirin.

 

Her 3 mehan wê civîneke bi vî awayî were lidarxistin.