Taşdemîr: Divê tevahî Kurd li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan rabin

51

 

 

ŞOREŞ BENEK- NASYAR MISTEFA/SILÊMANÎ

 

 

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Taşdemîr der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî û got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan her ku diçe girantir dibe bi taybet jî di van du salên dawiyê de pir giran bûye.”

 

‘Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de xwedî roleke girîng e’

 

Taşdemîr got: “Tecrîda li Îmrali her diçe kûr dibe, lê her kes dizane ku gelê Kurd wê tecrîdê napejirîne. Ji ber ku Birêz Ocalan di çareserkirina pirsgirêkên navbera gelê Kurd û Tirk de xwedî rolek girîng e.”

 

Taşdemîr anî ziman ku Ocalan bi fikir, raman, ked û pêşxistina polîtîkaya xwe ji bo Rojhilata Navîn têkildarî olan û etnîsîteyan proje pêş xist û wiha dewam kir: “Polîtîkayek gelek hêja pêş xist û ev polîtîka jî berçav e. Polîtîkaya çareseriya Rojhilata Navîn jî di vê projeyê de heye, lê mixabin ên ku dijminahiya gelê Kurd dikin dijminahiya aştî, demokrasî û wekheviya gelan dikin, destpêkê êrîşî Birêz Ocalan dikin.  Ji ber wê jî tecrîda li Îmrali her diçe kûr dibe, lê her kes dizane ku gelê Kurd wê tecrîdê napejirîne.

 

‘Divê azadiya Ocalan bê guftûgokirin’

 

Taşdemîr wiha dewam kir: “Divê êdî azadiya Ocalan bê guftûgokirin. Ji bo ku Birêz Ocalan siyasetê bike divê pêngav werin avêtin. Ev hem ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn hem jî ji bo pirsgirêka Kurdan were çareserkirin, gelek girîng e, ji ber ku di wekhevî û yekîtiya Kurdan de rola Birêz Ocalan gelek e."

 

Parlamentera HDP ê Dîlan Taşdemîr anî ziman ku gelê Kurd êdî van polîtîkayên ku ji aliyê dewletê ve li ser Birêz Ocalan tên meşandin napejirîne û wiha axivî: “Ji bo Kurdan sedsala 21`an sedsalek gelek girîng e, ji ber wê jî divê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê tecrîdê derkevin, azadiya Birêz Ocalan bixwazin. Ji ber ku Birêz Ocalan di vê sedsalê de ji bo Rojhilata Navîn û gelê Kurd xwedi rol û projeyên girîng e. Ji ber vê sedemê divê ev tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê pejirandin.”