Kurdistanî û dostên wan li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li ser piyan in

38

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Gelê Kurd û dostên wan li Ewropa û Rûsya  komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî jî hate bîranîn.

 

Montpellîer

 

 

Li bajarê Montpellîer ê li Başûrê Fransayê, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê hate şermerzarkirin.

 

Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Parka Petroû Pîtotê li hev civiyan û heta meydana Comedîe ya li navenda bajêr meşiyan.

 

Hevserokê NCDK ê Montpellîerê Cevat Guneş li vir axivî û got, "Komplo bi ser neket; Rojava nîşaneya vê rastiyê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê bi rengekî bê navbera têbikoşin."

 

Toûloûse

 

 

Li bajarê Toûloûse yê li Başûrê Fransayê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê, komploya 9'ê Cotmehê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.

 

Kurdistanî û dostên wan li ber metroya Françoîs Verdîerê li hev civiyan û ji kolanên qelebalix ên bajêr meşiyan. Li kolana Jean Jaûresê piştî çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan, girseya gel ji meydana Wîlsonê derbas bû û li meydana Capîtolê mîtîngek li dar xist.

 

Di mîtîngê de li ser navê NCDK a Toûloûse Alî Ataç, bi navê Partiya Antîkapîtalîst a Nû Pîerre Granet axivîn û belavoka li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên li Fransayê belavok hate xwendin. Qisekeran destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê ti carî dest ji azadiya xwe û azadiya Rêberê xwe bernede.

 

Dûîsbûrg

 

 

Meclîsên gel ên bajarên Dûîsbûrg û Emmerîch ên Elmanyayê, ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê li salona dawetê ya Kûmkapi ya Oberhaûsenê civînek li dar xistin.

 

Bi qasî 300 Kurdistanî tevlî civînê bûn. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û Parlamentera HDP'yî Tûgba Hezer axivîn.

 

Otobusa 'Azadî ji Ocalan re' li Dûîsbûrgê hate xemilandin û hate birêkirin.

 

London

 

 

Komploya 9'ê Cotmehê li paytexta Îngilîstan Londonê hate şermezarkirin.

 

Zêdeyî hezar kes tevlî meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Roj ve hate organîzekirin bûn. Meşê ji ber Mala Gel dest pê kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Çalakgeran Şehîd Fîraz Dag jî bi bîr anî.

 

Di dawiya çalakiyê de bi navê Meclîsa Jinê ya Roj Besîme Başar û Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Evrîm Yilmaz axivîn.

 

Bern

 

 

Li Bernê di bîllboardên mezin de posterên ji bo azadiya Ocalan tên nîşandan.

 

Li Swîsreyê li Bernê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

 

Li stasyona tirênê ya li Bernê di bîllboardên mezin de posterên “Freîheît fur Ocalan” tên nîşandan.

 

Posterên ku li ser wan “Freîheît fur Ocalan”  hatiye nivîsandin û wêneyê Ocalan, wê li gara trênê di 2 rojan de, rojê 600 caran di bîllboardên dîjîtal de werin nîşandan.

 

 

Komploya 9'ê Cotmehê li Rûsyayê hate şermezarkirin

 

MOSKOWA

 

 

Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, bi pêşengiya Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurd li Navenda Çanda Kurd li hev civiyan. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Mam Celal û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

 

Li gel nûnerên saziyên Kurdan ên li Moskowayê, nûnerê YNK'ê yê li Moskowayê Şexawan Herkî, Nûnerê Kantonên Rojava yê li Moskowayê Rodî Osman û Nûnerê KNK'ê yê Rûsyayê Salahattîn Soro tevlî civîna bîranînê bûn.

 

Di civînê de, hemû dewletên ku cihê xwe di komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de girtine hatin şermezarkirin û tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin.

 

Beşdarên civînê, Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî bi bîr anîn.

 

Saratov

 

 

Kurdistaniyên li navçeyên Dergeçiye û Erşov ên bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, komploya 9'ê Cotmehê bi çalakiyan şermezar kirin.

 

Kurdistaniyên li ber avahiya çanda Kurda a li Dergeçiyeyê li hev civiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û komploya navneteweyî şermezar kirin. Endamê Meclîsa Gel a Saratovê Velît Şaban li vir axivî û got, "Hêzên komploger li pêşberî tecrîda giran a li Îmraliyê bêdeng in. Komploger dîsa li pey lîstikeke qirêj in. Divê gelê me pêşî li vê lîstika qirêj bigire û xwedî li Rêberê xwe derkeve."

 

Li navçeya Erşovê jî, Kurdistaniyan komploya 9'ê Cotmehê bi civînekê şermezar kirin. Civîn li avahiya Otonomiya Çanda Kurd pêk hat û Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

 

Endamê Rêveberiya Otonomiya Çanda Kurd Mûrat Şêxo li vir peyivî û got, "Komploya 9'ê Cotmehê di dîroka Kurdistanê de deqeke reş û tarî ye. Gelê Kurd çiqasî xwedî li rêberê xwe derkeve, wê xwe ji vê deqê rizgar bike. Pêwîste gelê Kurd li her cihê lê ye xwedî li Rêberê xwe derkeve û li dijî tecrîda şidandî têbikoşe."