Li Mexmûrê 9’emîn Dewreya Akademiya Şehîd Jiyan dest pê kir

46

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR

 

 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku Akademiya Şehîd Jiyan xwedî roleke girîng di perwerdekirina jinan de rola xwe dilîze, duh dewreya bi navê şehîd Şevîn Garzan bi tevlîbûna 36 jinên karker dest bi perwerdeya xwe kirin. Wê dewreya perwerdeyê ya Şehîd Şevîn Garzan mehekê bidome û wê waneyên weke “Girîngiya Perwerdeyê, Dîroka Jin, Rastiya Rêbertî, Jineolojî, Şerê Taybet û hwd. bêne dayîn.

 

‘Divê jin di jiyandina perwerdeyê de xwe berpirsyar bibîne’

 

Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Şevîn Garzan ku bi tevlîbûna 36 jinên karkar bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Di kombûnê de li ser girîngiya perwerdeyê axaftina vekirinê ji aliyê endama Koordanîsyona Meclîsa Îştarê Perwîn Şirnex ve hate kirin. Şirnex bi berfirehî li ser girîngiya perwerdeyê û rola jinan di perwerdekirina civakê de axivî û wiha got “Çi êrîşên qirêj hene sîstem li hember jinê bi kar tîne, ji bo wê jî em weke jin pêwîst e bi perwerdekirina xwe û civaka xwe rê li pêşiya van êrîşên qirêj bigirin. Di dîroka cîhanê de yê ku herî zêde girîngiyê dide perwerdekirina jinê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye, ji bo wê jî pêwîst e her jinek jî xwe di ber xwedîderketina li perwerdeyê û jiyandina wê de berpirsiyar bibîne”

 

‘Wê jina perwerdekirî vê şoreşê bi ser bixe’

 

Şirnex di nav axaftinê xwe de bal kişand ser axaftina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêbertiya me dibêje ku pêwîst e em şoreşa zîhnî ava bikin, bêgûman wê ev şoreş jî bi destê jina Kurd ku îro pêşengtiyê ji tevahî jinên cîhanê û Rojhilata Navîn re dike wê pêk were. Ji ber ku Rêbertiya me cihekî pir girîng dide jinê û şoreşê bi navê şoreşa jinê bi nav dike, ji bo wê jî wê jina perwerdekirî û zana vê şoreşê biser bixe.”

 

(ha-hk)