NY: Li Iraqê zêdetirî 5 milyon kes ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçber bûn

46

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Iraqê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji 2014’an ve zêdetirî 5 milyon kes ji cih û warên koçber bûne.

 

Nûnera Alîkarîya Mirovî ya Iraqê ya NY’ê Lise Grande, diyar kir ku di sê salên dawî de, 5.4 milyon Iraqî di nava wêlet de cihên xwe guhertine.

 

NY’ê daxuyaniya ser koçan piştî artêşa Iraqê, Hewîce ji çeteyên DAIŞ’ê sitand da.

 

Nûnera NY’ê Grande diyar kir ku ji ber rewşa sivîlan ketine fikarên kûr.

 

Grande da zanîn ku bi deh hezaran zarok jî di nav de, bi sed hezaran kes ketine stresê û travma derbas kirine. Grande got ku divê ew kes bi salan alîkariyên taybet werbigirin.