Derûnnas Şirîn: Referandûmê rewş hîn zêdetir aloz kir

36

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

Hikûmeta Iraqê ji ber referandûma 25'ê Îlonê li dijî Herêma Kurdistanê gelek biryar girtin, balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê girt. Îranê jî sotemenî da rawestandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku wê biryarên Bexda nas neke û tenê cezakirina welatiyên Herêma Kurdistanê ye. Derûnnas û mamosta zanîngehê Şirîn Hisên li ser vê mijarê ji ajansa me re axivî.

 

Şirîn Hisên têkildarî gefên ji ber referandûma Herêma Kurdistanê li Kurdan tê xwarin wiha got; "Rewş bi xwe aloz e. Lê referandûmê rewş hîn zêdetir aloztir kir. Niha welatî tenê vê yekê dihizirin ku zarokên xwe ji vî welatî derxin. Hinek tenê dihizirin ku li mal xurekê zêde bikin da ku tiştek çêbibe xwe xelas bikin. Roja din jî di hizirin ku bi silametî ji vê rewşê rizgar bibin."

 

'Êdî baweriya gel bi desthilatdariyê nayê'

 

Şirîn Hisên axaftina xwe wiha domand; "Vê rewşê bandorî li derûniya hemû beşên civakê kiriye. Di nava jiyanek ne aram de dijîn. Ji berî referandûmê ji xelk ne aram bû, ji ber ku nedizanîn wê referandûm bê kirin yan na. Lê niha nearambûna xelkê ji ber gefên li dijî referandûmê ye."

 

Derûnnas û mamosta zanîngehê Şirîn Hisên herî dawî got; "Ji ber ku vê desthilatdariyê ewqas karên xerab kiriye êdî baweriya gel pê nayê. Li gel rewşa xerab a heyî jî piraniya xelkê bi 'Erê' deng ji bo serxwebûnê da. Ji bo vê yekê amade ye qurbaniyan bide. Lê ne amade ye bi dengên wan bazirganî bê kirin."