Ebadî îdîayên êrîşkirina ser Kerkûkê derewand: Em êrîşî welatiyên xwe nakin

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser hesabê xwe yê medya civakî bi rêya vîdeoyeke taybet daxuyaniyek da û got: “Ti rastiyeke nûçeyên ku dibêjin, hêzên Iraqî êrîşî Kurdan kirine nîne û tiştekî bi armanc li pişt van nûçeyan heye.”

 

Ebadî îşaret bi nûçeyên ku îdîa dikin hêzên Iraqî êrîşî Kurdan kirine jî kir û wiha pêde çû: “Hinek malperên fermî yên Herêma Kurdistanê behs kirine ku dibe ku êrîş pêk were. Ev gotineke pir ecêb e. Em li ti deverî şer li dijî welatiyên xwe nakin. Erka me parastina wan e.”

 

Di peyama bi vîdeo ya Ebadî de wiha jî hatiye gotin: “Em dixwazin yekîtiya Kurd û Ereb pêk were. Ev kesên ku dixwazin ferq û cihewazî çêbikin û yên ku hevkariya wan dikin, metirsiyeke mezin ji bo me çêdikin.”

 

Hêzên Pêşmerge dibêjin, hêzên Heşdî Şebî û Hêzên Artêşa Iraqê dixwazin êrîşî Kerkûkê bikin lê, rayedarên Iraqî ev nûçe derewandin û gotin, ti niyeteke wan a êrîşkirina ser Kerkûkê nîne û erka wan parastina welatiyan e.