7. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bidawî bû

34

 

 

ROJNEWS/ MEXMÛR

 

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 7. Mîhrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan ku îro di saet 08:00’an de bi pêşengeha wêne û hûnerên destan destpê kir, bi nîşandana xwarinên cûr bi cûr ên deverên Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Mêrdîn û her wisa xwarinên gelêrî yên her çar parçeyên Kurdistanê dewam kir.

 

Eleqeyek mezin û coşek germ ya gel li hemberî bernameya festîvalê hate dîtin.

 

Bernamey pîrozbahiyê ya 7. Mîhrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan di saet 13:30’an de li Navenda Çand û Hunera Mexmûr (NÇHM) yê bi amadebûna bihezaran xwendekar, gelê wargehê û mêvanên jiderve bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

 

Piştî rêzgirtinê bi derketina Koma Govendê ya Şehîd Arîn ya girêdayî Weqfa Jinên Mexmûrê, axaftina vekirinê ya ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Cîhan Çiya, Koma Şehîd Serhat ya ji Silêmaniyê, bi leyistina sikecek ya Koma Hêvîyekda ya Şanoyê, hûnermend Azad Bedran û herî dawî bi derketina dîkê ya Koma Şehîd Berçem ya mûzîkê û di bin barîna baranê de gerandina govendê bidawî bû.

 

(kom)