Berdevka QSD’ê: Em bihosteke ji xaka xwe bernadin

37

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullha diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşveçûnên xwe yên paqijkirina bejahiya rojhilatê çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ‘ê didomîne û tekez kir ku QSD‘ê wê li hember her êrîşan mafê xwe yên rewa bi kar bîne. Lîlwa El-Abdullah got: “Hêzên me we dest ji herêmên ku rizgarkirine bernedin.”

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9‘ê Îlonê de hatiye destpêkirin de, bi dehan gund, nûqteyên stratîjîk û bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

 

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah der barê mijarê de ku ji ajansa nûçeyan ANHA re axivî, got:  “Hêzên Sûriyeya Demokratîk serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ‘ê bi dest xistin. Şervanan firehiyeke mezin û bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirine. Hemle hîn didome.”

 

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê behsa gefên berpirsyarên rêjîma Baas û Îranê li dijî hêzên Sûriyeye Demokratîk û got: “Hêzên Sûriyeye Demokratîk wê herêmên ku bi xwîna şehîdan rizgarkirine bernede û ji tu hêzê re nehêle. Hêzên me ji bilî çeteyan, êrîşî ti hêzên din nake, lê heger êrîş li hember me hate kirin, em ê bê deng nemînin û mafên parastina rawa bi kar bînin.”

 

Lîlwa El-Abdullah di dawiya axaftina xwe de got: “Hêzên me ne tenê ji bo rizgarkirina herêmeke ye, armanca me rizgarkirina gel û xaka me ji terora DAIŞ‘ê, em bangawaziyên gel li kijan deverê be em ê pêk bînin.”