Çalakvanên Helebce: Ji peyamên Rêber Apo ditirsin, lewma tecrîd dikin

31

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 2011’an ve di bin tecrîdeke giran de tê girtin û hevdîtinên bi parêzer û malbatê re tên astengkirin. Ev nêzî salekê ye jî ti agahiyek ji Ocalan nayê girtin û vê jî di nav Kurdan de rê li ber fikaran vekiriye.

 

Çalakvanekî sivîl ê Helebceyî Bextiyar Ebûbekir têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî û got: “Temenê desthilatiya AKP’ê zêde dirêj nîne. Dewleta Tirk dewleteke faşîst e û ne demokratîk e. Dijwarkirina zextên li ser Rêber Apo vê rastiyê îspat dike. AKP timî ji peyamên Rêber Apo yên bigihêjin gel ditirse. Dizane ku peyamên Rêber Apo gel hişyartir û azadtir dike û dibe sedem ku gel daxwaza mafê xwe bikin.”

 

 

Ebûbekir bi berdewamî wiha axivî: “Dewleta faşîst a Tirk bi temamî li hember tevgera siyasî ya endamên HDP’ê têk çûye. Lewma dest bi desteserkirina hevserok, parlamenter û kesên di dibistana Rêber Apo re derbas bûne kirine. Ev serkeftin tev di encama peyamên siyasî û hewldanên Rêber Apo yên ji bo gelê xwe û endamên xwe şandibû de, hatine bidestxistine û her timî serkeftî ne. Dewleta Tirk û AKP tevî hemû zext û pêkanînên xwe yên li dijî gelê Kurd jî timî têk diçe.”

 

Çalakvanekî din ê sivîl ê Helebceyî Menzer Elî jî ji ajansa me re axivî û got: “Astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binpêkirina mafê mirovan e û dijî qanûnên navneteweyî ye. Ji ber vê nabe em êdî bêdeng bimînin. Pêwîst e tevahî gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin.”

 

 

Menzer Elî her wisa bang li civata navneteweyî jî kir û wiha got: “Pêwîst e tevahî rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan ên cîhanî êdî bêdeng nemînin, ji ber ku bêdengkirina Ocalan bêdengkirina dengê azad û wêrek ê ji bo bidestxistina maf û daxwazên rewa yên gelê Kurd e. Ocalan di nava gelê Kurd de xwedî hêzeke mezin û rêveberek e. Sedema tecrîdkirin û astengkirina hevdîtina li gel malbat û parêzeran jî ew e ku ji ber hemû serkeftinên li herêmê ku îro hatine bidestxistin di encama fikir û ramanên Ocalan de ne. Bi taybet avakirina Xwerêveberiya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û daxwaza aştî û pêkvejiyana gelan li Rojhilata Navîn mînaka vê ye.”