‘Divê em li ser bingeha destûrê pirsgirêkên xwe çareser bikin’

30

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

 

Parlamenterê Tevgera Goran ê Iraqê Emîn Bekir diyar kir ku wê kêmkirina bûdçeya Herêma Kurdistanê qebûl nekin û got; "Divê em pirsgirêkên xwe bi rêya guftûgoyan û li ser bingeha destûrê çareser bikin."

 

Beriya çend rojan Parlamentoya Iraqê projeya bûdçeya giştî ya Iraqê ya sala 2018'an pejirand. Di bûdçeya giştî ya Iraqê de ji bo Herêma Kurdistanê ji sedî 12.67 hate veqetandin, lê salên berê ji sedî 17 bû. Her wiha di projeya bûdçeyê de navê Helebce jî weke parêzgeh nehatiye diyarkirin. Lê di sala 2015, 2016 û 2017'an de bûdçeya taybet a Helebce hebû.

 

Cîgîrê Serokê Koma Tevgera Goran û endamê Komîsyona Yasayê ya Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir li ser  mijara kemkirina bûdçeya Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivî û got; "Di warê qanûnî de em metirsiya projeya bûdçeyê dibînin. Di heman demê de Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi xwe Helebce weke parêzgeh diyar kiribû. Em bi ti rengî qebûl nakin ku bûdçeya Herêma Kurdistanê were kêmkirin. Em ê mafê welatiyên Herêma Kurdistanê heya dawiyê di bûdçeya Iraqê de biparêzin û ji bo vê bixebitin. Pêwîst e em rêjeya kêmkirine nehêlin yan ji nêzî ji sedî 17 bikin."

 

Parlamenterê Tevgera Goran ê Iraqê Emîn Bekir têkildarî sedema kêmkirina bûdçeya Herêma Kurdistanê jî wiha axivî; "Yek ji sedemên pêşbaziya siyasî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bû. Ji aliyê din ve hikûmeta navendî demek bû dixwest vî karî bike. Ji ber lîsteya mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji ya hikûmeta navendî gelekî cuda ye."

 

Emîn Bekir der barê 250 bermîl petrola Iraq rojane ji Herêma Kurdistanê dixwaze jî wiha got; "Ji destpêka hatina Heşdî Şebî, jidestdana ji nîvî zêdetir xaka Herêma Kurdistanê û bîrên petrolê ve, hîn ev petrola ku pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide Bexdayê heye û pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê vê petrolê radestî Bexda bike da ku Bexda mûçe û xerca welatiyan û Herêma Kurdistanê bide." 

 

Cîgîrê Serokê Koma Tevgera Goran û endamê Komîsyona Yasa ya Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir herî dawî got; "Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêya guftûgo û li ser bingehê destûrê çareser bikin. Weke Iraq li ser bingehê destûrê hate nav herêmên hatine veqetandin û dagir kirin. Pêwîste ji bo mijarên din jî li ser bingehê destûrê kar bikin. Ne weke tişta ji bo me xweş be li gorî destûrê kar bikin. Tişta ji bo me nexweş jî be dest ji destûrê berdin."