NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Alon Ben-Meir diyar kir ku Enqereyê prensîbên bingehîn ên damezrîner ên NATO’yê binpê kirine û divê ji NATO’yê bê derxistin.

 

Alon Ben-Meir ê got: “Binpêkirina azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê gihişt asteke herî mezin” wiha dewam kir: “Ya hê xemgîntir jî DYA û YE ku xwe parêzvanên herî mezin ên çapemeniyê dibînin, di vê mijarê de Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi tenê hiştine.”

 

Alon Ben-Meir diyar kir ku Tirkiye têkildarî mafê mirovan ê NATO’yê prensîbên bingehîn ên NATO’yê îxlal kirine û got: “Heta Serokkomar Erdogan bêyî kes bi ser de hêrs bibe, henekê xwe bi van prensîban dike.”

 

Alon Ben-Meir di nivîsa xwe de ev xisûs diyar kirin:

 

“Wext hatiye mirov Tirkiyeyê ji NATO derxe. Bêyî mirov bifikire bê ev çiqasî zor û tevlîhev e û encamên wê dê çawa bin… Tirkiye nirxên rojava terk dike û ber bi bûyîna dewleteke Îslamî ve diçe. Cihê Tirkiyeya bi rejîmeke otorîter tê rêveberin di nav demokrasiya rojava de nîne.”

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here