Hêzên Îranê Kolberekî Kurd bi birîndarî desteser kirin

28

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Mihyedîn Îbrahîm ê li ser sînorê bajarê Şino yê Parêzgeha Urmiyê karê kolberiyê dikir, di gulebarana hêzên Îranê de bi giranî birîndar dibe û piştre tê girtin.

 

Mihyedîn Îbrahîm piştî ku birîndar dibe ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê kelepçekirin û dibin Nexweşxaneya Şino. Her wiha ji aliyê hêzên Îranê ve barê wî ji tê desteserkirin.

 

Hêjayî gotinê ye berî niha bi 6 mehan birayê Mihyedîn Îbrahîm, Nûredîn Îbrahîm li sînorê Şabtanî ya girêdayî Urmiyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin.

 

 

Mihyedîn Îbrahîm sala 2010'an bi hinceta ku pêwendiya wî bi partiyeke Rojhilatê Kurdistanê re heye hate girtin. Weke girtiyekî siyasî çend salan li Girtîgeha Urmiyê girtî mabû.