Îranê cezayê darvekirinê li du girtiyên siyasî yên Kurdan birî

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şaxa Dadgeha Şoreya Îranê ya Urmiyê duh cezayê bidarvekirinê da du girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Diyako Resulzade û Sabîr Şêx Ebdullah.

 

Dadgeha Şoreya Îranê bi îdîaya dijmintiya Xwedê kirine û endamtiya partiyek Rojhilatê Kurdistanê, cezayê darvekirinê li her du girtiyên siyasî yên Kurd birî.

 

Girtiyên siyasî yên Kurd Diyako Resulzade û Sabîr Şêx Ebdullah sala 2015'an li bajarê Mahabadê li gel kesekî bi navê Hesen Osmanî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Wê demê piştî du rojan cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn. Piştî demekê cezayê Hesen Osman hatibû betalkirin. Ji bo cezayê Diyako Resulzade û Sabîr Şêx Ebdullah ji were betalkirin doz şandibûn Dadgeha Urmiyê.

 

Lê Şaxê Dadgeha Şoreya Îranê ya Urmiyê cezayê darvekirina Diyako Resulzade û Sabîr Şêx Ebdullah erê kir û ceza nehat guhertin.