Jinên li Efrînê ji bo Ocalan îmzeyan kom dikin

31

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Bi daxwaza eşkerekirina rewşa ewlekarî û tenduristiya  Ocalan jinên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li qada azadiyê ji bo komkirina îmzeyan kon vedan

 

Kon bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên "Azadiya Rêber Apo misogeriya bidawîkirina aloziya li Rojhilata Navîn e", "Em şehîdên xwe naspêrin axê, dispêrin dilê xwe" hat xemilandin.

 

Çalakî wê du rojan dewam bike. Tevahî pêkhateyên,sazî û dezgehên kantona Efrînê tevli çalakiyê bûn. Îmzeyên ku tên komkirin wê ji Rêxistina CPT'ê û ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re werin şandin.