Kerîm Zend li Silêmanî hate bi bîranîn

28

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Merasîm bi pêxistina findan ji aliyê malbata Zend ve destpê kir. Piştre axaftin hatin kirin û li ser jiyana Kerîm Zend zînevîzyon hate temaşekirin.

 

 

Kerîm Zend ki ye?

 

Kerîm Zend sala 1924’ê li bajarê Silêmanî hatiye dinê. Heya dibistana navendî li bajarê Silêmanî xwend û sala 1944’ê beşê mamostatiyê li Bexda temam kir. Sala 1946’ê tevlî Kormara Kurdistanê bû. Piştî rûxîna Komara Muhabadê çû Yekîtiya Sûvyetê (Rûsya). Bi dehan pirtûkên li ser dîrok û coxrafya nivîsandine.

 

Pirtûka ‘Tumarî Temen’ ku ji pênc beşan pêk tê nivîsandiye û têde qala coxrafya û gelên Kurdistanê dike. Yekem kese pirtûka Încîl kiriye Kurdî. Kerîm Zend 10’ê Cotmeha 2017’ê li mala xwe ya bajarê Silêmaniyê ji ber nexweşiyê di temenê 93 salî de koçî dawî kir.

 

 

(rn)