‘Li hemberî planên dijmin pêwîstiya me bi Kongreya Neteweyî heye’

29

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

Endamê Desteya Rêveber a  Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Ebdulwehab Ehmed û Endamê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Tofîq Mistefa têkildarî yekîtiya neteweyî û xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yên ji bo yekîtiya neteweyî ji ajansa me re axivîn.

 

Endamê Desteya Rêveber a  Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Ebdulwehab Ehmed wiha got; "Ji ber xebateke hevpar a ji bo gelê me van pirsgirêk û aloziyan derbas bike nîne, dijmin pê kêfxweş ku bi vê planên xwe yên li dijî gelê me pêk bînin. Mixabin hinek hêzên siyasî yên Kurd ketine bin xizmeta van planên dijmin ên li dijî gelê Kurd. Li cihê xebatkirina ji bo yekîtiya neteweyî û berjewendiyên giştî yên gelê Kurd, berjewendiyên taybet ên xwe li ber çavan digirin."

 

 

Endamê Desteya Rêveber a  Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Ebdulwehab Ehmed axaftina xwe wiha domand; "Weke Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ji bo yekgirtina Kurdan me gelek xebat kiriye. Em ê xebatên xwe berdewam jî bikin. Em nexşerêya KNK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî,  ji bo çareserkirina pirsgirêkan em wek rêyeke çareseriyê ya baş dibînin. Ji bo gelê me ji vê rewş û aloziyan rizgar bibe rêyek baş e. Bi taybet ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji van rewşên xerab û aloziyan rizgar bibe rêyek baş e."

 

Endamê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Tofîq Mistefa jî li ser heman mijarê wiha axîvî; "Niha dijminên gelê Kurd bi hemû şêwazî hevgirtî ne, nakokiyên xwe danîne aliyekî, ji bo li dijî me kar bikin. Ji ber, li hemberî van planên dijmin pêwîstiya me jî bi lidarxistina Kongreya Neteweyî heye. Di vê pêvajoyê de ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi kongreyê heye."

 

 

 

Endamê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Tofîq Mistefa herî dawî got; "Eger berpirsên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dersekê ji dîroka gelê Kurd wernegirin û nakokiyên xwe nedin aliyekî, wê metirsiyek mezin bi serê me de bê. Wê lidarxistina Kongreya Neteweyî ne tenê sûdê bide gelê Kurd, di çarçoveya xaka Kurdistanê de gelên din jî dikarin ji bo xwe yekîtiya neteweyî çêbikin û mafên xwe bistînin."