Li Herêma Kurdistanê 630 hezar û 970 kes neqanûnî mûçe werdigirin

29

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

 

Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd li Silêmaniyê têkildarî bûdçeya sala 2018'an û li gorî qanûnê hejmara mûçegirên Herêma Kurdistanê semînerek da.

 

Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd wiha got; "Pirsgirêka Herêma Kurdistanê ya îdareya darayî hebû, ne pirsgirêka nebûna pereyan. Piştî sala 2005'an heya 2015'an zêdetirî 100 trîlyon dînar hatiye Herêma Kurdistan. Eger ev pere ji bo pêşxistina aboriyê bihata xerckirin, em ê rastî van pirsgirêkên niha nehatinaba."

 

Ehmed Hacî Reşîd diyar kir ku ji Bexda gelek pere ji bo Herêma Kurdistanê hatiye û wiha domand; "Kesên di sala 2005'an de damezirandin, ji sedî 67 dîplomeyên wan ên dibistana seretayî bûn. Her wiha 200 hezar kes bi awayekî neqanûnî hatin teqawîtkirin. Ji derveyî vê 430 hezar çekdar bi navê pêşmergeyan mûçe werdigirin. Her wiha 970 kesekên payebilind bê ku kar kiribin hatine teqawîtkirin."

 

Li gorî Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd bi giştî li Herêma Kurdistanê 63 hezar û 970 kes neqanûnî mûçeyan werdigirin.