Li Hewlêr gefên kuştinê li 6 rojnameger û çalakvanan hatin kirin

44

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê rojnameger Hêmin Mamend ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Ew 6 rojnameger û çalakvanên ku pêş çend rojan li Hewlêr gefên kuştinê lê hatine xwarin, desthilata Hewlêr ji ewlehiya wan berpirse.”

 

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha jî hate gotin; “Gef û zext nikarin me ji ser karê me yê rojnamegeriyê dûr bixin. Emê kar li ser hemû dosyeyên gendeliyê heya hebin bikin.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Li ser ew gefên li ser rojnamegeran konsolosxaneyên welatên biyanî yên li Hewlêrê hatine agahdarkirin. Me daxwaz jî kiriye ku zextê li ser desthilatên Hewlêr bikin, ji bo ev rojnamegere ji metirsiyê rizgar bibin.”

 

 

(rn)