Li Mexmûrê 7’emîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan dest pê kir

36

 

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR

 

 

Îro bi tevlîbûna sedan welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 7’emîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan bi merasîmeke heybet hate destpêkirin.

 

Di mîhrîcanê de hemû cureyên çanda kevnar a gelê Kurd bi taybet jiyana civaka gundan hate nîşandan. Her wiha beriya Mîhrîcan dest pê bike li Navenda Hunerê Destan a Şehîd Delîla pêşangeheke cil û bergên Kurdî, her wiha wêneyên şehîdan û amûrên çanda kevnar a gundan hate pêşkêşkirin. Vekirina Pêşangehê ji aliyê Hevşaredara Wargeha Penaberan a a Şehîd Rustem Cûdî, Nûran Sezgîn ve hate kirin.

 

Sezgîn di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû gelê wargehê kir û wiha got: “Em vê mîhrîcanê di destpêkê de diyarî hemû şehîd, Rêber Apo û hemû berxwedêr û gelê xwe dikin. Em gava yekem a mîhrîcana 7’emîn bi vekirina pêşangehê didin destpêkirin.”

 

 

Hevşaredar Nûran Sezgîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedan û şêweyê çalakiya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û wiha pêde çû: “Di şoreşa Tevgera Azadiya Kurd, bi taybet tevgera jinê de her tim şehîdên mîna Bêrîtan derketine. Ev çalakiya wê ya jina serhildêr hişt ku li tevayî Kurdistanê deng bide û bibe sembola berxwedana jina Kurd. Di vî alî de em deyndarê şehîdan in. Şehîd Bêrîtan yek ji jina qehreman e ya li dijî teslîmkariyê mînaka berxwedêr a Tevgera Azadiyê ye. Her wiha bi sedan rêhevalên mîna Bêrîtan di oxira azadiya jinê û gelê xwe de bê ku gavekê paşde biavêjin canê xwe feda kirin. Bêrîtan bû sembola li dijî teslîmiyetê û her wiha çeka xwe ya ku pê li ber xwe dida jî ji dijmin re nehêla, destpêkê çeka xwe dişkîne û piştre jî li dijî teslîmyetê xwe di zinaran de avêt xwar û gihişte şehadetê.”

 

Piştî axaftinê pêşangeh hate vekirin û girseya gel li pêşangehê geriyan. Her wiha di pêşangehê de, beşên mîna tabloyên şêwekarên wargehê, dîsa cil û bergên gelerî, her wiha beşek ji wêneyên Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan, şehîd û dîsa konek mezin ji derve hatibû vedan. Bi taybet kon bala gelê wargehê kişand. Gelek dayik ketin kon û rojên gund li bîra wan hatin. Bi taybet ew kêlî pir bi hestyar bûn.

 

 

Mîhrîcan bi nîşandana xwarinên gelerî dewam dike.